Albay Ergîn 15 sal şûnde komkujî parast
Kesê sereke yê Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşayê, Albay Yusuf Burhan Ergîn, 15 sal şûnde îfade da û got: “Ev birîndarî ji aliyê me ve nehatine kirin. Ez wisa difikirim ku ji aliyê wan ve hatine kirin.”

Albay Yusuf Burhan Ergîn ê fermandarê Yekîneya Tevgera Taybet a Cendermeyan ku operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê bi rêvebir û 12 kes hatin qetilkirin û 29 kes birîndar bûn, 15 sal şûnde axivî.
Ergîn di 4’ê Gulanê de li Dadgeha Cezaya Giran a Bodrumê bi talîmatê îfade da.
Ergîn got ku roja komkujiyê bi rutbeya ‘albay’ wek Fermandarê Yekîneya Tevgera Taybet a Cendermeyan peywri kiriye û got: “Li girtîgehan kontrola dewletê tinebû. Di destê girtiyan de çek hebûn.” Ergîn îdiayên ku ev 15 sal e vala tê derxistin, dubare kir.
Ergîn îdîayên xwe wiha berdewam kir: “Min bihîst beşek bi çekan birîndar bûne. Lê me birîndar nekirine. Wan bi xwe kirine. Di dema operasyonê de ne mimkun e ku bê tespîtkirin gule ji kîjan alî hatine. Li girtîgehê her der vekirîbûn. Di operasyonê de yên mirin hebûn. Ji ber vê ez nekarim bêjim serketî derbas bûye yan na. Li girtîgehê otorîte pêk hatiye. Neql pêk hatine. Ji ber kadroyên lîderên rêxistina terorê welatiyên bêguneh jiyana xwe ji dest dane.”