Ala ya 9 salî li Îranê di beşa çîrokên zarokan de yekemîn e
Ala ya 9 salî li Îranê di beşa çîrokên zarokan de yekemîn e
Ala ya 9 salî li Îranê di beşa çîrokên zarokan de yekemîn e
Ala Rizayî ya 9 salî ya li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê dijî, di pêşbirka çîrokên zarokan a li gelemperiya Îranê de bû yekemîn û xelata "Prensesa Welatê Çîrokan" stend.
Di pêşbirka ku her sal di navbera dibistanên navîn û seretayî de tê lidarxistin de, îsal 316 zarok bi çîrokên xwe beşdar bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îranê, Ala Rizayî ya 9 salî bi çîroka xwe ya bi navê "Xewa sondxwarî" bû yekemîn û xelata "Prensesa Welatê Çîrokan" stend.
Hedî Kedîwer (14) ê ji bajarê Yasûc bi çîroka xwe ya bi navê "tirsa mala vala" bû duyemîn, Barzan Xarezmiyan ê ji Tehranê jî bi çîroka xwe ya bi navê "pirtûka bi hêrs" xelata sêyemîniyê wergirt.