Aktivîstên Rûs li Saînt Petersbûrgê ji bo Efrînê çalakî lidar xistin

Li bajarê Saînt Petersbûrgê aktivîstên Rûs li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê protesto kirin.

Aktivîstên Rûs Elîzaveta Mhaîlî û Ekaterîna Nazarova ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li bajarê Saînt Petersbûrg a Federasyona Rûsyayê çalakî lidarxist.

Çalakgeran ala KCK’ê û pankartên li ser nivîsa ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Bijî Kurdistan’ û wêneyên sivîlên hatine qetilkirin hildan. Gelê li derdor jî eleqeyek nîşanî çalakiya aktivîstan da.

Çalakgeran daxwaz kirin ku êrîşên dewleta Tirk bi ser Efrînê were rawestandin û banga sekinandana şer li rayedarên Rûs kirin.