Aktaş: Komîsyon bi mexdûran re jî rûnenişt

Aktaş: Komîsyon bi mexdûran re jî rûnenişt

Parlamenterê HDP’ê Kemal Aktaş, diyar kir ku endamên komîsyona ku ji bo bûyerên tecawizê yên li Girtîgeha Ceyhan rû dane çûne girtîgehê, bi zarokên mexdûr, parêzer û malbatên mexdûran re jî hevdîtin pêk neanîne.

Komîsyona Jêr a Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, bê ku bi zarokên mexdûr, parêzer û malbatên zarokan re hevdîtinê pêk bîne rapor amade kir.

Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, raporên lêkolînê yên Girtîgeha Tîpa T a Tokat, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan Edene girt dest û qebûl kir.

Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Kemal Aktaş têkildarî civîna komîsyonê agahî dan, got ku komîsyon ji bo îdîayên li Girtîgeha Ceyhan du zarok rastî tecawizê hatine lêkolîn bike çûye girtîgehê.

Aktaş bibîr xist ku ew wê demê ne di komîsyona jêr de bû û got, "Bi qasî ku ji raporê tê fêmkirin. Endamên komîsyonê ne bi zarokên mexdûr, ne bi parêzerên zarokan û ne jî bi malbatên zarokan re hevdîtin pêk aniye. Zarokê bersûcê tecawizê jî neqlî girtîgeheke din hatiye kirin. Bê ku bi mexdûran re hevdîtinê pêk bînin rapor amade kirine.” Aktaş diyar kir ku ji ber vê rapor ji mijara ku bûyerê ronî bike dûr e û wiha dewam kir, “Komîsyonê her wiha diyar kir ku ji ber bûyer neqlî darazê bûye, heta encamek ji darazê dernekeve di vê mijarê de nikarin tiştekî bikin.”

Aktaş da xuyakirin ku li girtîgehan bi awayekî kêfî destûr nadin ku hin kanalên televîzyonan bên temaşekirin û di vê mijarê de ji bo ev qedexe rabe nêrîna xwe ji komîsyonê re aniye ziman.