Aktaş binçavkirin û îşkenceya li hember zarokan pirsî
Aktaş binçavkirin û îşkenceya li hember zarokan pirsî
Aktaş binçavkirin û îşkenceya li hember zarokan pirsî
Parlamenterê HDP’ê Aktaş, îşkence, girtin û binçavkirina li dijî zarokan bir rojeva meclisê û got: “Li gorî peymana mafê zarokan û hiqûqa navneteweyî, ji bo zarokan girtin û binçavkirin divê îstîsna bin; lê li Tikriyeyê binçavkirina zarokan veguheriye rêbazekê.” Aktaş der barê mijarê de pirs ji Wezîr Bozdag kir.
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Kemal Aktaş, binçavkirin, girtin û îşkenceya li hember zarokan a di çarçoveya operasyonên siyasî de pêk tên ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.
BEYÎ AGAHIYA MALBATA NEQL DIKIN Û ÎŞKENCEYÊ LÊ DIKIN
Aktaş bal kişand ser sirgûnên zarokan ên ji Girtîgeha Wanê beyî agahiya malbata wan hatine sirgûnkirin û got: “Hefteya buhrî 8 zarokên hatin binçavkirin di demek kurt de beyî agahiya malbatên wan sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Zarok di dema neqilkirinê de rastî îşkenceyê hatin û di 21’ê Mijdarê de jî 7 zarok bi heman awayî sewqî Girtîgeha Mîdyatê hatin kirin. Rêveberiyên girtîgehê ji malbatan re gotine ku ji ber kapasîteya girtîgehê têr nake şandine. Li gorî hiqûqa navneteweyî û peymana mafê mirovan girtina zarokan divê îstîsna bin. Lê li Tirkiyeyê girtina zarokan vegeruheriye rêbazê.
Aktaş da zanîn ku divê astengiyên li pêş girtina îfadeyên zarokan ên ku serî li binçavkirinan didin ji Wezîr Bozdag pirsî û pirsa, der barê ku ev astengî rabin de xebatek heye yan na pirsî.
Aktaş ev pirs pirsî:
"Zarokên hatin binçavkirin dosyayên wan ên di asta amadekiriyê de ye; çima neqlî bajarên din dikin? Hinceta kêmasiya kapasîteya gelo hincetek maqul e? Gelo biryara sewqkirinê ji aliyê we ve tê dayîn?
Beşek zarokên ku piştî neqilkirinê hema tehliyekirina wan, gelo nîşan dide ku zarok bi rêya neqilkirinê careke din hatine mexdûrkirin?
Li gorî daneyên Wezareta Dadê, der barê îşkence û pêkanînên xerab ên li hember zarokan lêpirsîn hatine destpêkirin an na? Ji van lêpirsînan çend kes bi cezayê encam bûne? Çend kes bi bêşopandinê encam bûne?
Ji pêkanînên xerab ên di dema rêwitiyê de agahiya we ya wezaretê heye yan na? Der barê van pêkanînan de xebatek tê meşandin an an?
Gelo hûn difikirin ku girtîgehên zarokan demildest bigirin?
Di serî de girtîgehên zarokan, der barê hemû girtîgehan de xebateke we ya ku hemû girtîgehan ji heyetên serbixwe re veke heye yan na?
Di 10 salên dawî de çend zarok hatine binçavkirin? Ji van zarokan ên hatine girtin û yên ceza girtine çend in? Li gorî bajaran hejmar çi ne?"