AKP/Qesr li Bremen, Hîldesheîm û Hannoverê hate şermezarkirin

Bi hezaran kesên li bajarên Bremen, Hîldesheîm û Hannoverê li hev civiyan, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê şermezar kirin.

Bi hezaran kesên li bajarên Bremen, Hîldesheîm û Hannoverê li hev civiyan, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê şermezar kirin.

LI BREMENÊ BI HEZARAN KURD Û ELMAN MEŞIYAN

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Bremen a Elmanyayê dijîn, bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin. di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye hatin qîrîn.

Meş ji ber Gara Trenê ya Navendî dest pê kir û ji ber hewldanên provokasyonê yên hin nîjadperestan, di navbera ciwanên Kurd û faşîstan de şer derket. Di encamê de hin kes birîndar bûn. Girseya gel ji navenda bajêr meşiya û berê xwe da Parlamenta Eyaletê. Ji ber desteka Elmanan hejmara girseyê gihîşt bi hezaran. Di dema çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û li ser êrîşên qirkirina siyasî agahî hat dayîn. Di dema mîtîngê de ji ber provokasyona faşîstên Tirk şer derket û du kesên din birîndar bûn.

Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Sofîa Leonîdakîs li mîtîngê axivî û got, ew ê li dijî êrîşan piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Nûnerê Sendîkaya Perwerdeyê (GEW) jî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kir û anî ziman, ku ew ê bikin ku zexta li ser rêveberiya Tirkiyeyê zêde bibe.

Her wiha nûnerê YNK'ê Dr. Alî, nûnerê PYD'ê Şerzat Elo, nûnerê CÎK'ê Mele Eşref, nûnerên Komeleya Jinê CENÎ, Komeleya Jinê Sêvê ya Bremenê, Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistanê, Federasyona Êzidî ya Ewropayê, Yekîtiya Elewiyên Demokratîk û nûnerên NAV-DEM'ê li mîtîngê axivîn.

LI HÎLDESHEÎMÊ 3 HEZAR 500 KES DAKETIN QADAN Û XWEDÎ LI HDP'Ê DERKETIN

Meclîsên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hîldesheîm û Peîne, meş û mîtîngek organîze kirin. Ji Hannover, Hîldesheîm, Salzgîtter, Peîne, Braûnschweîg, Gîhforn, Celle û derdora wê bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û xwedî li HDP'ê derketin.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Dîe Lînke DÎDF, SDS, Antîfa Ciwanên Çep ên Elman piştgirî dan çalakiyê.

Girseya gel saet di 15:00 de li ber Gara Trenê ya Hîldesheîmê li hev civiya û heta ber avahiya şaredariyê meşiya. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê Dîe Lînke, NAV-DEM û DÎDF'ê axaftin hat kirin. Qisekeran polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê şermezar kirin û bang li dewletên Ewropayê kirin û gotin, "Êdî bes e, kêr gihîştiye hestî."

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ciwanên Kurd ji ber xwe ve meşek lidar xistin û girtina parlamenterên HDP'ê şermezar kirin.

Ciwanan fîşekên hewayî jî teqandin û bi qasî 20 deqeyan rê li trafîkê girtin. Çalakiya ciwanan heta navenda bajêr dewam kir. Ciwan ji kolanên qelebalix ên bajêr derbas bûn û xwe gihandin HBF. Polîsan ciwanek binçav kirin.

Çalakiya ciwanan li ber HBF bi qîrîna dirûşman qediya.

...