AKP nahêle ku  gel hejmartina dengan bişopîne!

Piştî girtina sendoqan hilbijêrên ku dixwazin hejmara dengan bişopînin têne astengkirin.

Ji saet 17.00’an ve bûyerên derbarê binpêkirinan wiha ne:

*Li Enqerê rêyên ku diçine ser YSK’ê bi kamyonan hatin girtin!

*Li Enqerê, li Lîseya Anadoluyê ya Anîttepeyê ku yek deng lê têne civandin, polîs nahêlin müşahit bikevin hundir.

*Li Enqere Sîncan, Dibistana Navîn ya Andîçenê polîs nahêlin ku gel hejmartina dengan bişopîne.

*Li Stenbol Bagcilarê deriyên Dibistana Seretayî ya Alî Kuşçu hatin girtin. Nahêlin hilbijêr jimartina dengan bişopînin.

Deverên dî yên ku polîs nahêlin hilbijêr  an jî muşahîd hejmartina dengan bişopînin û hin binpêkirinên dî:

Stenbol Esenler, Dibistana Ayvalidere; Stenbol Uskudar, Lîseya Îmamhatîbê ya Mahmûd Hudayî; Stenbol Acibadem, Dibistana Seretayî ya Anadoluyê ya sala 60’î; Stenbol Şîşlî, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê; li  Edene gef li muşahîdên HDP’ê hate xwarin; Li Wan, navçeya Tuşbayê hate gotin Fermandariya Jandarma ya Gundê Zorava gotiye pêşî ew ê dengan bihijmêrin û piştre ew ê radestî YSK’ê bikin; li Kagithane, Çelîktepe, Lîsteya Andaluyê ya Cengîzhanê piştî ku sendoq hatin girtin êrîş bi ser endamên sendoqê de birin; li Colemêrgê li çend dibistanan piştî ku sendoq hatin girtin, li ber polîsan deng hatin hilbijartin; li Bedlîs Tetwanê polîsan gotin ji bilî serokên sendoqan kesek wê nikaribe jimartina dengan bişopîne; li Wan navçeya Îpekyoluê, li dibistana TBB’ê polîsan nehişt ku muşahîd jimartina dengan bişopînin li ser vê rageşiyê dest pê kir. Hate gotin polîsan bi ava jidiyayî û gazê êrîş bire ser gel. Her wiha hate gotin ji bilî serokê sendoqê wê kesek nikaribe jimartina dengan bişopîne. Her wiha hate gotin li Kevenlî  TOKÎ, Nene Hatûn, li lîseya Van Golu û Fevzî Geyîk jî heman zext û zordarî hene. Parêzer wê gilih li YSK’ê bikin.