AKP-MHP Rewşa Awarte sîstematîze dikin

Rejîma AKP-MHP'ê xwedêgiravî wê Rewşa Awarte rakin, lê bi qanûnên ku tînin diyar dibe ku Rewşa Awarte sîstematîze dikin û dikin rejîma rêveberiyê ya Tirkiyeyê.

Rewşa Awarte xwedêgiravî sibe radibe lê teklîfeke qanûnê ku wê Rewşa Awarte sîstematîze bike û Rewşa Awarte bike rejîma rêveberiya Tirkiyeyê, tê hazirkirin. Li gorî vê bi çarçoweya daxwaza tehliyekirinê, lêhûrbûnê girtînêbûnê ya ku bi 30 roj navber tê kirin, wê bibe 90 roj.

Tê payin ku vê hefteyê pêşniyar qanûn bikeve rojeva Civata Giştî ya Meclîsê. Di vê telîfê de yek qanûna nû lêhûrbûna li ser girtîbûnê ye ku li gorî Qanûna Muhakemeyên Cezayê hatiye amadekirin. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaşa ku 4’ê Mijdara 2016’an rehîn hatî girtin û kirin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê, ji bo ku lêhûrbûna girtîbûnê bi 30 roj navber nehate kirin doz vekiribû û bi ser ketibû.

JI 30 ROJÎ HETA BI 90 ROJÎ

Di wê xalê de ku dema destgîrkirinê ji hêla sûcên bi çarçoweya Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û rêxistinî kirin 12 roj, têkildarî nerazîbûna dijî girtîbûnê û daxwaza tehliyekirinê hin guherînên nû hatin kirin. Bi vî awayî daxwazên tehliyekirinê bi kêmanî bi 30 roj navberê piştî ku rewşa girtîbûnê hate lêkoloîn wê li ser dosyayê biryar were standin. Lêhûrbûna li ser girtîbûnê herî dereng di navbeyna 30 rojî de li ser dosyayê û bi maweya 90 rojî di ser şex an jî bi guhdarîkirina mudafî wê bi rengekî resen were kirin.