AKP-MHP ji diziyê têr nabin

Fen û fûtên AKP-MHP ên di hilbijartinê de dewam dikin.

Çend ji hîleyên AKP-MHP'ê ku bi hêzên dewletê dikin, wiha ne:

Li taxa Aşagi Okçûlar a navçeya Defne ya Hatayê wesayitên bê plaqe geriyan.

Li Dibistana Seretayî ya Kocamûstafapaşa ya li Fatîh a Stenbolê, kesekî xwest dîmenê aloziya li ber sindoqê derketiye bikişîne, lê dest danîn ser telefon û nasnameya wî. Pêşî li dengdana welatiyan tê girtin.

Li Enqereyê hemû rêyên berê wan li avahiya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) e, hatin girtin. Polîsên ku li dora YSK hatine wezîfedarkirin nahêlin ku rojnamevan xwe nêzî herêmê bikin û wêneyan bikişînin. Her wiha li ber YSK bi 6 mîdîbusan polîs, 3 ego otobus û mînîbusekê, polîs hene.

Li Meletiyê wesayitên bê plaqe li ber Dibistana Seretayî ya Ozel Îdare û Dibistana Navîn a Ataturkê hatin dîtin.

Li Dibistana Navîn a Şîîr Mektebî ya li Gungorenê AKP'yiyan êrîş birin ser wezîfedarên HDP'yî.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, sercerdevan Emîn Nergîz li welatiyê bi navê Sabrî Çagirga yê ji bo dengdanê hatibû xist.

Li gundê Elmali yê Çewligê polîs û leşkeran dor li Dibistana Seretayî ya Elmali girtin. Her wiha destûr nedan heyeta Danîmarkî ku ji bo şopandina hilbijartinê hatibû.

Serçeteyê mafya nêzî AKP-MHP'ê Sedat Peker bang li hilbijêran kir ku sûc bikin.