AKP-MHP'ê girtiyê nexweş Kaya qetil kirin

Desthilata AKP-MHP'ê li gel ku bi nexweşiyeke giran jî bû girtî Sabrî Kaya berneda. Kaya roja ku hate berdan jiyana xwe ji dest da.

Desthilata AKP-MHP'ê bi zanebûn girtiyên nexweş li zindanan dihêle.

Roja ku derheqê girtî Sabrî Kaya yê ku bi nexweşiya giran bû, biryara berdanê hate standin, li nexweşxaneya ku anîbûnê ya Fakulteya Tibê ya Balcalî ya Zanîngeha Çukuroavayê jiyana xwe ji dest da. Kaya, dilê wî 25 ji 100'î dişixulî. 25'ê Adarê krîza dil lê dabû û xwîn çûbû ser mêjiyê wî. Kaya sê caran rakiribûn beşa giran, bi gotina, 'rewşa wî baş e' ji beşa giran derxistibûn û dîsa biribûn girtîgehê.

20'ê Gulanê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapor da û got nikare li girtîgehê bimîne û eynî rojê Kaya rakirin Nexweşxaneya Balcalî ya Tibê ya Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Osmaniyê duh biryara berdanê da.

Kaya hate berdan lê eynî rojê jiyana xwe ji dest da. Kaya 6'ê Gulanê bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû,''êdî nema dikarim ragirim. Ez ê bimirim.''