AKP li Vorarlbergê hat protestokirin

Li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Vorarlbergê, meşa aştiyê pêk anîn û polîtîkayên şer ên AKP'ê protesto kirin.

Li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Vorarlbergê, meşa aştiyê pêk anîn û polîtîkayên şer ên AKP'ê protesto kirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku ji bo dewleta Tirk tavilê dest ji vê şaşîtiya xwe ya mezin berde, bi jiyana mirovan nelîze û xwezayê talan neke, divê her kes dest bidin hev û li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê bibin yek.

Di meşê de komkujiya dewleta Tirk a li gundê Zergelê yê Qendîlê pêk anî, hat lanetkirin.

Di meşê de wêneyên gerîlayên di bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, welatiyên li gundê Zergelê jiyana xwe ji dest dan û yên di talankirina xwezayê de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.