AKP li Santîago hat şermezarkirin

Polîtîkayên şer ên AKP'ê li paytexta Şîlî Santîago li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Şîlî Santîago, polîtîkayên şer ên AKP'ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.

Li ser banga Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Şîlî, komîteyên piştgiriya Fîlîstîn û Sahara, girseya gel li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê civiya. Di çalakiyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk ji bo DAIŞ'ê biparêze, ji bo pêşî li têkoşîna hêzên YPG'ê ya parastina Rojava ji DAIŞ'ê bigire û dîktatoriya bi tena serê xwe ya Erdogan bikeve meriyetê, êrîşî PKK'ê dike.

Di çalakiya ku ev polîtîkayên AKP'ê hatin şermezarkirin de çalakgeran xwestin dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind bikin lê belê ji ber ku rayedaran qebûl nekirin, dosya avêtin hundirê qutiya postê.

Piştre daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan bi desteka emperyalîzmê re hewl dide raya giştî ya navneteweyî bixapîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiyên li Amed, Kobanê û Pirsûsê yekser ji aliyê MÎT'ê ve hatine kirin û hat gotin, "Weke komîteya piştgiriya Kurdistanê ya Şîlî, bala me wê her tim li ser van êrîşên faşîst ên li dijî gelên Rojava û Tirkiyeyê be. Em ê li cem gelên Rojava, Tirkiye û Rojhilata Navîn ên ji bo aştî û civakeke demokratîk a ji gelek neteweyan têdikoş in, bin."

Çalakgeran bang li dewleta Tirk kirin ku lîderê rewa yê Kurdan Abdullah Ocalan tavilê serbest berde, tavilê dest ji operasyon û provokasyonên li hemberî saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê û PKK'ê berde û bes destekê bide DAIŞ'ê.

Di daxuyaniyê de ji hikûmeta Şîlî jî hat xwestin ku derhal helwestê nîşan bide.

Çalakgeran wêneyên şehîdên Pirsûsê, alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dîwarê Sefaretxaneya Bilind daliqandin û belav bûn."

...