'AKP li Mêrdînê wê têk bişike’

Li Mêrdînê, ku yek ji wan bajaran e xwedî rengekî kozmopolit e, gel bi dilgermî namzetên HDP’ê pêşwazî dikin. Namzetan gotin AKP li Mêrdînê wê têk bişike.

Ji hilbijartinê re rojên jimartî mane lê HDP xebatên xwe yên hilbijartinê bi lez û bez didomîne. Yek ji van bajaran ku HDP xebatên xwe lê didomîne Mêrdîn e. Mêrdîn di dîrokê de malxweyîtî ji Kurdan, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Êzîdiyan û gelek şaristaniyan re kiriye. Li Mêrdînê , ku gelên cuda bi hev re bi aştî dijîn, gel bi sempatiyeke zêde nêzî HDP’ê dibe.

Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê li gorî rih û nasnemeya Mêrdînê hatine diyakirin. Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê ji ANF’ê re axivîn.

NAMZETÊN JIN BI DILGERMÎ TÊNE PÊŞWAZÎ KIRIN

Yek ji namzeta jin Ebrû Gunay got Mêrdîn û navçeyên wê bajarên jinan in û domand, ‘’A rast li van bajaran em bi rengekî cuda têne pêşwazîkirin. Bi taybetî di xebatên qadê de pêşwaziya dayik û jinan pir zêde ye.

Em hîs dikin ku ew xwe di me dibînin. Ji ber ku jin pirsgirêkên jinan baştir dikarin îfade bikin. Ji bo vê jî têkiliya me bêhtir bi dilgermî ye. Helbet li bara hemû namzetên HDP’ê ev dilgermî heye.’’

 ‘DEMA KU EM DIBÊJIN HDP XWE ZÊDETIR NÊZÎ ME DIKIN’

Gunay got dema serlêdana esnafan destpêkê ji bo ku wan nas nakin li bara wan hinekî sar in lê dema ku ji xwe didin naskirin û fêhm dikin ku ji HDP’ê hatine bi dest xwe re helwesta wan diguhere, bi dilgermî wan pêşwazî dikin.

HEWLDANÊN PROVAKASYONÊ

Gunay got dema ku ew xebatan dikin li hin rewşên sosret jî rast tên û got, ‘’Li hin cihan alayên Tirk têne hejandin û nişana ‘gurê boz’ tê kirin. Ji bo ku dizanin em ji HDP’ê ne wiha dikin. Em van jî weke bertekeke ji ramana siyasî ya însanan dibînin. Em bibêjin, ev jî ‘hêla bi sitirî ye’.’’

Gunay bi domdarî dibêje li gel her tiştî jî xebateke baş a hilbijartinê bi rê ve dibin, weke her deverên Kurdistanê li Mêrdînê jî pir xurt in lê AKP ji bo ku vê vîna xurt bişkîne her cure dek û dolaban wê bigerîne û ji bo vê jî karê wan ê pêşî ew e ku roja hilbijartinê sendoq werin parastin.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI SENDOQAN

Gunay li ser ewlehiya sendoqan jî got tişta ku ji dest wan tê wê bikin lê bi serê xwe ew tiştekî nikarin bikin û got, ‘’wê rojê divê gelê me jî bi me re xwedî li sendoqan derkeve. Bi taybetî jî dema jimartina dengan divê li wir bin û girtekên bi îmzeya şil divê bigirin. Ango roja hilbijartinê jî û piştî wê jî, em bang dikin ku me tenê nehêlin.’’

 ‘HDP BI HIŞMENDIYEKE WIHA YE KU DIKARE DAHATUYÊ AVA BIKE’

Namzetê Suryanî Tûma Çelîk jî got, ‘’Gelê Sûryanî ku em temsîla wê dikim jixwe helwesta wê tê zanîn. Em bawer dikin ku hişmendiya ku wê bikaribe dahatuya Tirkiyê ava bike hişmendiya HDP’ê ye. Ji bo vê jî di vê mijarê de em xwe xerib nabînin.

Hem li nav Sûryanan û hem li nav beşên dî nêzîkatiya li bara namzetiya min bi qasî ku ya min hêvî dikir zêdetir  hatiye qebûlkirin. Ev jî nîşan dide ku HDP gaveke rast e û xwedî perspektîveke rast a siberojê ye.’’

ELEQEYA SÛRYANAN A LI HDP’Ê

Çelîk got li Ewropayê di nav heftiyekê de li Elmanya, Hollanda, Belçîka li deh bajaran tevlî nav xebatên hilbijartinê bûye tişa ku dîtî Sûryan li gorî berê nêzîkatiya wan a li hilbijartinê pir zêde bûye û gelek kesên ku berê nediçûn ser sendoqê vê carê çûne ser sendoqê û dengê xwe bi kar anîne û got, ‘’Biya min ev teqez bi gavên rast ên HDP’ê re têkildar e. Ji niha û şûn de jî di  siyaseta Tirkiyê de em Sûryan em ê hebûna xwe, deng û gotina xwe bi rengekî hê zelaltir nîşan bidin.

‘AKP WÊ DERBEKE GIRAN BIXWE’

Çelîk bal kişande ser êrîşên li ser Efrînê, hewlesta li bara referandûma Başûrê Kurdistanê û got, ‘’Vê rewşê li herêmê, li nav Kurdan şikestinek anî. Li dijî AKP’ê helwesteke mezin derkete holê û rjên pêş ez bawer im ku ev di hilbijartinan de jî diyar bibe.’’

Çelîk bi bîr xist ku beriya demeke nêz di dema AKP’ê de gelek cihên Sûryanan hatin desteserkirin û diyar kir ew dîtiye ku AKP li bara hemû gelan çendî xwedî hişmendiyeke înkar û îmhayê ye û domand, ‘’Ji bo vê jî gelên ku ev polîtîkayên vê desthilatdariyê dîtin 24’ê Hezîranê bi helwesta xwe wê derbeke giran li AKP’ê û derdora wê bixin.’’

 ‘MÊRDÎN WÊ BI JINAN BI SER BIKEVE’

Yek ji endama jin a HDP’ê Pero Dundar jî got, ‘’Mêrdîn bi jinan tê nasîn. Azad, serbixwe û li malên xwe otorite ne. Ji bo vê jî, bê duilî em qebûl kirin’’. Dundar bi domarî got, ‘’Mêrdîn wê bi jinan bi ser bikeve û bi meran. Hema bibêje me qet pirsgirêk neijyan. Eleqeyeke zêde ya jinan li bara me heye. Lig undan û li hemû qadên xebatê jinan gotin, ‘’Hûn xeman nexwin, em ê bi ser bikevin.’’ Jj ibo vê jî ji niha ve dibêjim ku em ê bi ser bikevin û malavayiyê li wan dikim.’’

‘JIN PIR FEDEKAR IN’

Dundar got meha Remazanê piranî xebat bi destê jinan hatine rêvebirin û got jin bi fedekarî xebatan dikin. Hem li malê zarokan xwedî dikin, hem karê malê dikin û piştre tên xebatên hilbijartinê. Dundar got, ‘’Jinên Kurd pir fedekar in, bi taybetî jî jinên Mêrdînê di vê mijarê de zêde fedekar in.’’

‘MÊRDÎNÎ SIYASETEKE BÊ SÎNOR DIXWAZIN’

Li ser daxwaza Mêrdîniyan jî Dundar got, ‘’Li ser Mêrdînê bandonra çar parçeyên Kurdistanê zêde heye. Li hêlekê Rojava, li hêlekê Başûr û li hêlekê Bakurê Kurdistanê. Nîvê Qamişlo, Tirbespiyê ev der û nîvê dî aliyê dî. Ji bo vê jî dixwazin partiya me di nav gelên me û siyasetê de sînoran naxwazin.’’

‘DENGDAN NE BES E DIVÊ EM LI DENGAN JÎ XWEDÎ DERKEVIN’

Dundar diyar kir dema xebatan gelek caran polîs astengiyan derdixin pêşiya wan û got, ‘’Bi rastî jî ablûkayeke zêde li ser me heye. Di mîtîngê me de her deverî digirin. Çawa ku ev hilbijartin hilbijartineke bi zorê bû, dixwazin encamên wê jî bi zorê diyar bikin, bi êrîşan. Dengdan ne bes e. Piştî dengdanê divê mirov li dengan xwedî derkeve. Divê em li ser sendoqan û qadên xwe bin. Divê her kes zû biçe ser sendoqan û wan deran neterikîne.’’

Dundar herî dawî ji bo mîtînga HDP’ê ya li Mêrdînê bang kir ku xwest ku 21’ê Hezîranê her kes saet 15.00’an li perqa Karayoluyê ya Mêrdînê hazir be.