AKP hêzên paramîlîter li bajaran bi cih dike

Piştî ku Erdogan got, 'ji bo ewlekariya bajaran hêzên ewlekariyê têrê nakin', qanûnek hate amadekirin. Li gorî qanûnê wê ji nobedaran (bekçî) hêzeke paramîlîter bê avakirin. Li gorî HDP'ê, AKP ji gel ditirse.

Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di rojên destpêkê yên salê de daxuyaniyek da û got, "Em di rewşeke welê de ne ku êdî sîstem û ewlekariya li bajarên xwe nikarin tenê bi hêzên ewlekariyê pêk bînin. Divê nêrînên nû bên afirandin." Demeke kurt piştî vê gotina Erdogan, li gel biryara dadgeriyê jî AKP-MHP'ê pêşniyar qanûnek amade kir û radestî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kir. Li gorî Pêşniyar Qanûna Nobedarên Sûk û Taxan a ji 18 xalan, nobedar (bekçî) yên li sûk û taxê wê karibin nasnameyê ji welatiyan bipirsin, çekê bi kar bînin û bi wezîfeyên edlî rabin. Pêşniyar qanûna navborî li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsê hate qebûlkirin.

Di pêşniyar qanûnê de wezîfeya nobedaran bi gotina 'alîkariya ji bo hêzên ewlekariyê yên giştî' hate pênasekirin. Li gorî pêşniyarê, nobedar wê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi sinavê bên wergirtin û li bin sîwana emniyetê û rêxistinên ejendermeyan weke hêza çekdar bên xebitandin.

WÊ KARIBIN ÊRIŞÊ BIBIN SER XWEPÊŞANDANÊN CIVAKÎ

Di pêşniyar qanûnê de erk ji nobedarên sûk û taxan re tê dayin ku karibin êrişê bibin ser xwepêşandanên protestoyî, li nasnameya mirovan bipirsin, lêgerînê bikin û çekê bi kar bînin. Li gorî vê yekê nobedar "heta ku hêzên ewlekariyê hatin wê li dijî meş û xwepêşandanan karibin tedbîran werbigirin."

Nobedarên ku wê xwedî erka rawestandina mirovan, kontrolkirina nasnameyê, rawestandina wesayitan û bikaranîna çekê bin, her wiha wê kelepçe, ço, ava şid, gazên çavan dişewitînin, kûçik û hestên polîsan jî ji wan re bên pêşkêşkirin.

HER GOTINA JI DEVÊ ERDOGAN DERDIKEVE DIBE QANÛN

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û Endama HDP'ê ya Komîsyona Destûra Bingehîn û Mafên Mirovan a Meclîsê Meral Daniş Beştaş pêşnûme qanûn nirxand û got, "Em niha li nava rejîma şexsekî ne û her gotina ji devê Erdogan derdikeve dibe qanûn. Biryara li ser nobedaran jî encama vê yekê ye. Mîna vê me gelek tişt dît. Ji dema bêhnbedana meclîsê heta dema kombûna komîsyonan, her tişt li gorî gotinên Erdogan tê meşandin."

NE PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ YE, PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE

Beştaş li ser armanca pêşnûme qanûnê jî got, "Ev pêşniyar nîşan dide ku desthilatdariya AKP'ê xwe ewle nabîne. Hewl dide sîstemeke ewlekariyê ya nobedaran jî li dewleta polîsan zêde bike, ava bike. Lê belê beriya her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ewlekariyê nîne. Pêwîstiya gel bi polîtîkayên ewlekariyê nîne. Pirsgirêka esasî pirsgirêka demokrasiyê ye. Desthilatdarî pêwîstiyê bi parastina xwe dibîne. Yanî ev guhertin ne ji bo parastina gel e, ji bo otorîtekirina desthilatdariyê ye."