AKP hewl dide tolê ji TMMOB'ê hilîne
AKP hewl dide tolê ji TMMOB'ê hilîne
AKP hewl dide tolê ji TMMOB'ê hilîne
AKP'ê nîvê şevê, di kêliya dawî de pêşnûmek vîze û erkên erêkirinê yên odeyên pişeyî li qanûnan zêde kir û bi vî rengî gava destpêkê ya bêbandor hiştina Yekitiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirkiyê avêt. Ev pêşnûme-qanûna li dijî TMMOB'ê, weke hilanîna tolê ji TMMOB'ê tê şîrovekirin, ku yekitiyê desteka aktîf dabû Berxwedana Gezî.
Di dema hevdîtina li ser "Pêşnûme Qanûnên Kîs" a li Civata Giştî de, ji bo erk û hatineyên TMMOB'ê radestî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bê kirin, hukûmetê di kêliya dawî de pêşnûmeyek pêşkêş kir. Di pêşnûmeyê de hat gotin, "Ji bilî saziyên pêwendîdar ên di qanûnan de der heqê nexşe, plan, etut, proje, îdare de hatine diyarkirin, tevî odeyên pişeyî, ji ti saziyên derveyî van, destûr û vîze nayê xwestin."
AKP'ê, ji bo rakirina vîze û erka erêkirinaê ya odeyên pişeyî maddeya 8. xist dengdanê û bi dengên pir hat erêkirin.
Bi erêbûna qanûnê re, beşeke mezin a hatineyên TMMOB'ê ku piştgirî dida berxwedana Gezî, wê ji holê bê rakirin.
DI PÊŞNÛMEYÊ DE ÇI HENE?
Li gorî pêşnûmeya hatiye qebûlkirin, di bikaranîna erd û avahiyan de, wê bi tenê li gorî planên stratejî yên cihî, planên rêkûpêkkirina hawirdorê û planên avahiyan, kar bê meşandin. Erêkirina planên cihên bi Qanûna Avahiyê hatine ewlekirin jî wê di bin erka Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê de bin.
Beşa pêşnûmeyê ya TMMOB'ê eleqedar dike jî ev e: "Ji bilî saziyên pêwendîdar ên di qanûnan de der heqê nexşe, plan, etut, proje, îdare de hatine diyarkirin, tevî odeyên pişeyî, ji ti saziyên derveyî van, destûr û vîze nayê xwestin."
BERIYA NIHA JÎ HATIBÛ CERIBANDIN
Hukûmeta AKP'ê beriya niha di dawiya sala 2012'an de jî hewl dabû "qanûneke kîs" derxîne, lê belê ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî jê vegeriya bû.