AKP'ê xwe li coşa Newrozê ranegirt: Bi sedan kes hate binçavkirin
Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên li Izmîr, Stenbol, Edene û Amedê bi sedan kes hatin binçavkirin.
Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên li Izmîr, Stenbol, Edene û Amedê bi sedan kes hatin binçavkirin.
Rejîma AKP-MHP'ê ji pîrozbahiya ci boş a Newrozê aciz bû û li gelek bajaran bi sedan kes binçav kir.
İZMİR
Li meydana Gündoğdu ya İzmirê di dema pîrozbahiyê de gelek kes hatin binçavkirin. Dema ku pîrozbahiyê dest pê kir nêzî 40 kes hatibûn binçavkirin. Piştî pîrozbahiyê jî hate ragiahndin ku zêdeyî 100 kesên din hatine binçavkirin ku jin û zarok jî di nava wan de hene. Çend ji kesên hatine binçavkirin: "Ji rêveberiya HDP'ê ya Bajêr Gül Turgal, Elisa İlin, Hatice Tunç, Ahmet Adıyaman, Veysel İnan, Gevre Aktaş, Emrah Demir, Dilan Yurteri, Raciye Altındağ, Murat Avcı, Seyit Turğay, Ramazan Acar, Nazdar Kaymaz, Remziye Kaçar tevî pitika xwe hate girtin, Filiz Adıyaman, welatiyê Îranê Nevit Ramo, Mizgin Kartal, Emine Kartal, Semira Akar, İlknur Karadeniz, Hediye Ertaş, Tayip Bor, Nazan Korkmaz, ji Dayikên Aştiyê Göze Aktaş, Hacire Konak, Mazlum Doğan, Ramazan Dal, Azize Gökalp, Fatma Avcı, Gurbet Işık, Gülnaz Ektiren."
Nuran Uğurlu, Baran Kağan Dağ û Dilan Anat ka emrê wê kêmî 18 salî ye, li Şaxê Zarokan a Emniyeta İzmirê tên girtin.
STENBOL
Piştî pîrozbahiya li Özgürlük Meydanı ya Bakırköy a Stenbolê, polîsan gelek kes bi êşkenceyê binçav kirin. 80 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê tên girtin.
EDENE
Li Edeneyê, piştî pîrozbahiya li Mimar Sinan Açık Hava Tiyatrosu, polîsên Tirk êrîşî gel kirin. 10 kes di dema êrîŞê de hatin binçavkirin û ew birin Şaxê TEM a Edeneyê.
AMED
Li Amedê, piştî pîrozbahiya Newrozê nêzî 70 kes hatin binçavkirin ku 30 jê zarok in. Fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêdetir e.