'AKP'ê rêvebernameya komkujiyan zêde bike, derxist'

Rêvebernameya AKP'ê ya ku bi awayekî antî demokratîk mafên civîn û xwepêşandanan asten dike, rastî nerazîbûna hiqûqnasan hat. Parêzer Çalli ji vê re got, "hiqûqa terorê", parêzer Keskîn jî diyar kir ku divê civak li kolanan bersivê bide vê.

Rêvebernameya AKP'ê ya ku bi awayekî antî demokratîk mafên civîn û xwepêşandanan asten dike, rastî nerazîbûna hiqûqnasan hat. Parêzer Çalli ji vê re got, "hiqûqa terorê", parêzer Keskîn jî diyar kir ku divê civak li kolanan bersivê bide vê.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Parêzer Mîraz Çalli û parêzvana mafên mirovan Parêzer Eren Keskîn, guhertinên dij hiqûqî yên "Rêvebernameya li ser Pêkanîna Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan" ji ANF'ê re nirxandin.

Parêzer Çalli diyar kir ku AKP ev 10-15 sal in mafên bi qanûn, destûra bingehîn û peymana navneteweyî re hatine naskirin, bi fermanname û rêvebernameyan re binpê dike û got, "Destûra bingehîn dibêje 'hûn dikarin meş-xwepêşandanan lidar bixin' lê AKP bi rêvebernameyê re vî mafî binpê dike."

Parêzer Çalli anî ziman ku bi vê rêvebernameyê re, ji ber gotinên ji şîroveyan re vekirî, destê hêzên ewlekariyê yên dewletê û rêeberên dewletê tê xurtkirin û got, "Her hal ji bilî alîgirên AKP'ê, her çalakî wê li dijî hiqûqê bê dîtin. Ji bilî kokteyl û daxuyaniyên çapemeniyê yên şîrket û fîrmayên alîgirê AKP'ê, wê destûr ji ti çalakiyan re neyê dayîn."

'HÊZÊN EWLEKARIYA DEWLETÊ YÊN DESTÊ WAN HAT XURTKIRIN LI SILOPIYAYÊ MIROV QETIL KIRIN'

Çalli diyar kir ku înfazên îro yên li Silopiyayê hatin kirin bi vê rêvebernameyê ve girê da û got, "Hêzên ewlekariyê bi vê rêvebernameyê re xwe hîn bêhtir xurt dibînin. Hiqûqa ku xwe dispêre, hiqûqeke terorê ye. Ev rêvebername hiqûqa terorê ye. Bi vê belgeya li dijî hiqûqê re destê hêzên ewlekariyê tên xurtkirin û bi baweriya ji xwe, mîna li Silopiyayê tê dîtin diavêjin ser malan û guleyan li mirovan direşînin."

PARÊZER KESKÎN: MAFÊN MIROVAN HATIN BETALKIRIN

Parêzer Eren Keskîn jî da xuyakirin ku dewleta Tirk ti carî nebûye 'dewleta hiqûqê' û got, "Tevî ku di qanûnên wan de nebûn jî, hin kar kirin. Gelek karên li dijî qanûnan kirin. Lê êdî van karên xwe qanûnî dikin. Pêkanînên salên 90'î vediguherînin metnên hiqûqî yê nivîskî. Di salên 90'î de dewletê bi awayekî vekirî gotibû 'mafên mirovan hatine betalkirin'. Ev rêvebername betalkirina mafên mirovan e."

Parêzer Keskîn da zanîn ku bi vê rêvebernameyê re pêşî li kes û civakê tê girtin ku xwe îfade bikin û got, "Ji xwe polîs bêyî hişyar bike, êrîş dikirin, lê êdî vê yekê dike nivîskî. Qeydkirina nav navnîşana mirovan heye. Her gotina her kesî, her tevgera her kesî tê qeydkirin. Ev li mafên mirovan nayên."

Keskîn bal kişand ser komkujiya li Silopiyayê û got, "Dewletê hiqûqa hundir û derve her tim li gorî Kurdistanê guhertiye. Ya ku îro tê kirin jî ev e. Tê gotin ku li Silopiyayê 2 kes hatine kuştin. Bi vê rêvebernameyê re wê pêkanînên bi vî rengî zêde bibin. Dewlet medyayê jî bi kar tîne û nahêle ev bê bihîstin."

'DIVÊ CIVAK DAKEVE KOLANAN, TIRKIYE LI REWŞÊ BIPIRSE'

Parêzer Keskîn got, "Hem li derve hem jî li hundir divê zext li Tirkiyeyê were kirin. Ji bo betalkirina rêvebername û van qanûnan. HDP û CHP dikarin vê bikin. Her wiha divê berevajî vê rêvebernameyê mirov dakevin kolanan. Demokrasî ancax li kolanan bibe, bi dengekî bilind bilêvkirina daxwazên xwe bibe. Divê Yekîtiya Ewropa rewşa Tirkiyeyê lêpirsîn bike. Konseya Ewropayê lêpirsîn bikeç. Ji ber ku Tirkiye peymanên mafên mirovan ên mora xwe daniye binî, bi cih nîne."