AKP'ê pesnê destwerdana li Dusseldorfê da wezîra Elman

Piştî rageşiya mehên dawî yıa navbera hikumeta Elman û desthilatdariya Erdogan, yekemcar wezîrek ji hikumeta Merkel li Enqereyê danûstandinên fermî kir.

Rayedarên hikkumeta AKP'ê bi wezîra dewletê ya Elman Marîa Bohmer re rûniştin û gotin, "Em destwerdana polîsên Elman a li Dusseldorfê girîng dibînin."

Li paytexta eyaleta NRW a Elmanyayê Dusseldorfê, roja 4'ê Mijdarê li dijî zext û zordariya desthilatdariya AKP-MHP'ê û qedexekirina smebolên Kurdan li Elmanyayê, 43 saziyên Kudistanî, Tirkiyeyî, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Elman meşek navendî li dar xistibûn, lê belê polîsên Elman dest li xwepêşandanê werda bûn.

Di dema vê destwerdana bi TOMA, ço û gaza îsotê de Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Garbrîel ji bo serdaneke ne fermî li Antalyayê bû Û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû re hevdîtin kiribû.

Di vê demê de ku şîdeta polîsên Elman li dijî Kurdan zêde bûye, wezîreke hikumeta Merkel ji duh ve li Enqereyê di çarçoveya serdaneke fermî de danûstandinan dike.

Wezîra dewletê ya Elman Marîa Bohmer, tevî Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Yildiz bi gelek rayedarên AKP'ê re rûnişt. Di van hevdîtinan de desthilatdariya AKP'ê ji wezîra Elman xwest ku şîdeta li dijî Kurdan zêdetir bike.

Bohmer bi Wezîrê Spor û Ciwanên Tirk Akîf Çagatay Kiliç û piştre jî bi serokwekîla komîsyona lêkolînkirina mafên mirovan a meclîsa Tirk Fatma Benlî re rûnişt. Benlî ya AKP'yî anî ziman ku ew vê serdana ji Elmanyayê hatiye kirin girîng dibînin û got, "Destwerdana polîsê Elman li Dusseldorfê li dijî PKK'ê kir, ji bo me girîng e."

BOHMER DER BARÊ AKP'Ê DE 'BI ZIMANEKÎ NERM' AXIVÎ

Wezîra Elman di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de balkêş bû ku li hemberî desthilatdariya Erdogan 'zimanekî nerm' bi kar anî. Wezîr Bohmer diyar kir ku ew bi guman e ku di bûyerên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de mafên mirovan bi têrkerî nehatiye parastin û got, "Girtina welatiyên Elman demeke dirêj di binê çavan de û amadenekirina gilînameyê me dixe nava fikaran û xemgîn dike."