AKP'ê nehişt navê kolanekê bibe 'Aştî'
Şaredariya AKP'yî nehişt navê kolanekê bibe 'Aştî'. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz der barê mijarê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
Şaredariya AKP'yî nehişt navê kolanekê bibe 'Aştî'. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz der barê mijarê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.
Şaredariya AKP'yî nehişt navê kolanekê bibe 'Aştî'. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz nerazîbûn nîşan da û got, "Abdullah Azzam ku bi teoriya xwe ya cîhada global îdeologê rêxistinên olî fundamentalîst ên weke El Qaîde û DAIŞ'ê ye, navê wî li kolaneke li navçeya Stenbol Umraniyeyê hatiye kirin. Lê belê bi hincetên kêfî navê 'Aştî' tê redkirin."
Şaredariya Beşîktaşê ya Stenbolê ku bi Şaredariya Colemêrgê re 'Şaredariyên Bira' ne, di 9'ê Çileya 2015'an de bi biryara endamên Meclîsa Şaredariyê re navê Kolana Bariş weke Kolana Aştiyê guherand. Şaredariya Beşîktaşê ev biryara xwe ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kir. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi piraniya dengên Meclîsa Şaredariyê ev biryara Şaredariya Beşîktaşê red kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi pêşniyar pirsekê, ev dijderketina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû pirsî.
'HÛN JI NAVÊ ABDULLAH AZZAM NE ACIZ IN?'
Sariyildiz ji Davûtoglû xwest, bersiva van pirsan bide:
"Çi fikar hene ku endamên meclîsa Şaredariyê yên ji partiya we, nehiştin navê 'Aştî' li kolanekê bê kirin?
Sedem çi ye ku navên nirxên siyasî, civakî û çandî yên komên etnîkî yên li Tirkiyeyê, li cihên weke kolan, rê û bulvaran nayê kirin?
Ji bo tevkariyeke girîng li aştî û biratiya gelan bike, hûn plan dikin ku navê girîng ên ji bo gelan li kolan, rê û bulvaran bikin?
Xweranegirtina saziyên cemaweriyê li zimanên cuda, gelo çavkaniya xwe ji polîtîkaya 'yek ziman' a hikûmeta we digire?
Ji bo guhertina navê kolana ku navê îdeologê rêxistinên olî yên tundraw ên mîna El Qaîde û DAIŞ'ê Abdullah Azzam lê hatiye kirin were guhertin, wê ti hewldaneke we çêbibe?
Abdullah Azzam ê alîkariya lîderê El Qaîdeyê yê hat kuştin Ûsame Bîn Ladîn kir, bi desteka ramanî û madî, bingehên rêxistina xwe daniye. Tevgerên selefî-cîhadîst ên li gelek deverên cuda li dijî komên bawerî û etnîkî yên cuda sûcê qirkirinê kirin, ji xwe re Abdullah Azzam referans dibînin. Gelo hûn ne aciz in ku navê vî kesî li kolanekê hatiye kirin?"