AKP’ê li konbajarê Pirsûsê çete bi cih kirine
Hate hînbûn ku yên meha Sibatê ji Hatayê anîn û li Bajarkonê AFAD’ê yê li Pirsûsê bi cih kirine, ne ‘malbatên Sûriyeyî’ ne, yên li Sûriyeyê li dijî gelan şer dikin e.
Hate hînbûn ku yên meha Sibatê ji Hatayê anîn û li Bajarkonê AFAD’ê yê li Pirsûsê bi cih kirine, ne ‘malbatên Sûriyeyî’ ne, yên li Sûriyeyê li dijî gelan şer dikin e.
Hate hînbûn ku yên meha Sibatê ji Hatayê anîn û li Bajarkonê AFAD’ê yê li Pirsûsê bi cih kirine, ne ‘malbatên Sûriyeyî’ ne, yên li Sûriyeyê li dijî gelan şer dikin e. Derket holê ku Tirkiye di êrîşên dibe li dijî Rojava pêk werin de van çeteyan bikar bîne.
Ji ber şerê hundirîn ê Sûriyeyê, penaberên koçî Tirkiyeyê kirine ji aliyê hikûmeta AKP’ê hem wek amûrekî şantajê li hember Ewropa tên bikaranîn hem jî bi armanca derbkirina destketiyên gelê Kurd ên li Rojava tên bikaranîn. Yek ji van navnîşanên ku çete li dijî destketiyên gelê Rojava tên birêxistinkirin jî Konbajarê AFAD’ê yê li Pirsûsê ye. Desthilatiya AKP’ê li hember gelê Kurd ê li Rojava kîna penaberên Sûriyeyî bi rêxistin dike, di vê çarçoveyê de di meha Sibatê de zêdetirî 500 ‘Sûriyeyî’ ji Hatayê anîn konbajarê li Pirsûsê. Li gor agahiyên ji wezîfedarên konbajar, ev kesana çeteyên li Sûriyeyê li hember gelan şer dikin e.
DI ÊRÎŞEKE LI DIJÎ ROJAVA DE WÊ ÇETE BÊN BIKARANÎN
Hate hînbûn ku çete bi hêviya wê wan li sînorê Kobanê bi cih bikin anîne Konbajarê Pirsûsê, hat destnîşankirin ku çeteyan li hember bicihkirina li konbajar bertek nîşan dane. Agahî hat girtin ku çete wek di êrîşa Girê Spî de bi armanca êrîşên li ser Kobanê û nuqteyên di bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê de anîne. Li gor agahiyên ji wezîfedarên konbajar û çavkaniyên herêmî, bicihkirina li Konbajarê AFAD’ê yê li Pirsûsê bi armanca di êrîşên li dijî Rojava bikaranînê ye.
LI KONBAJAR BIRÊXISTINKIRINA ÇETEYAN A DIZÎ
Hate diyarkirin ku çeteyên ji Hatayê anîne, li konbajar bi çekên ferdî digerin, her tim hewl didin êrîşê di demek herî nêz de pêk bînin û her tim ji bo vê jî bi rayedarên konbajar re civînan çêdikin û nîqaş dikin. Ev bûyeranên li konbajêr gelê li Pirsûsê jî bi fikar dike. Pirsûsî tînin ziman ku lîstikên herî qirêj di van konbajaran de dimeşin, ji bazirganiya jinê heta fihûşê her cure pîsîtî li van deran tên jiyîn. Gelê herêmê jî îfade kirin ku tiştên li konbajarên Harran û Akçakaleyê hatin jiyîn bi awayekî dizî li konbajarê li Pirsûsê jî dimeşînin.