‘AKP’ê li gorî xwe rapor amade kir’
‘AKP’ê li gorî xwe rapor amade kir’
‘AKP’ê li gorî xwe rapor amade kir’
Endamê Komîsyona Çareseriyê yê Meclisa Tirk û Parlementerê BDP’ê Husametîn Zenderlîoglû ji bo rapora komîsyonê got: “AKP’ê rapor li gorî xwe amadekir”. Zenderlîoglû da zanîn ku, hem pêşniyarên wan hem jî pêşniyarên Komîsyona Mirovên Aqilmend di raporê de cih negirtine û anî ziman ku, ew dê raporekî alternatîf ku têkildarî raporê pêşniyar û dîtinên heyî têde cih bigirin aşkera bikin.
Zenderlîoglû ji ANF’ê ra axivî û têkildarî rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclisa Tirk ku çav lê ye 29’ê Mijdarê roja Înê were aşkera kirin bersiva pirsên ANF’ê da.
Zenderlîoglû bibîrxist ku, komîsyonê dixwest raporê duh biweşîne û got, “Lê agahiya me ji naveroka wê tunebû”. Zenderlîoglû anî ziman ku, roja Îna borî raporekî 390 rûpelî pêşkêş kirine û da zanîn ku, “Ji ber ku ez li dervey Enqereyê bûm firsend çênebû ez raporê bi berfirehî vekolîn bikin. Ji ber wê me xwest aşkerakirina wê bê taloqkirin.”
Zenderlîoglû destnîşan kir ku, wî kariye raporê bigiştî vekolîn bike û diyarkir ku, “ Me dît ku heta bêjin ev rapore sed şahid pêwîstin. AKP’ê li gorî xwe raporek amadekiriye.”
Zenderlîoglû got: “Belkî rast nebe mirov ji binî redbike, lê belê dema ku mirov li giştiyê dinêre, dibîne ku dîtinên me berçav nehatine girtin, pêşniyarên me cidî nehatine girtin.”
Zenderlîgolû anî ziman ku, di raporê de têkildarî polîtîkayên pirsgirêka Kurd yek rexneyê di raporê de cih negirtiye û got: “Rapor bi pesnên AKP’ê tijeye.”
‘ZIMANÊ WÊ JI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ PIR DÛRE’
Zenderlîgolû da zanîn ku, zimanê raporê ji zimanê pêvajoyê pir dûre. Her wiha ev tişt anîn ziman:
“Di raporê de îfadeyên weke teror, terrorist, bûyerên terorê têne bikaranîn. Berhevkirina ‘terorîst/şehîd’ tê kirin. Em dibînin ku, raporekî bi devê fermî yê deweltê û dîtinekî militarist hatiye nivîsandin.
Di derbarê serbestberdana girtiyên nexweş de tu daxwazek tuneye.
Cih daye şîrketên anketê ên nêzî desthilatdariyê û dibêjin ‘gel xweseriyê naxwaze’. Cih nedaye anketên ne nêzî desthilatdariyê.
Têkildarî rakirina sîstema cerdevaniyê yan jî Qanûna Dij-Terorê ti pêşniyarek tuneye.
Herêmên qedexe ên leşkerî weke pêwîstî tê dîtin.
Çêkirina qereqol û barajan ji bo ewlekariyê weke pêwîstî tê dîtin.”
TÊKILDARÎ ÇARESERIYÊ PÊŞNIYAREKÎ ŞÊNBER TUNEYE
Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Zenderlîoglû anî ziman ku, di derbarê çareseriyê de jî di raporê de pêşniyarekî şênber tuneye û got: “Pêşniyarekî ku bê wateya nexşe rê jî tuneye.”
Zenderlîoglû da diyarkirin ku, bi çi awayî ew tevlî naveroka raporê nabin û aşkera kir ku, weke BDP ew dê derbarê raporê de dîtin û fikrên xwe vebêjin û raporekî alternative pêşkêş bikin.
Zernderlîoglû destnîşan kir ku, di raporê de navê pirsgirêkê bixwe lênehatiye kirin û got, “ Weke ku pirsgirêkek ji rêzê ye tê axaftin nêz dibin.” û wiha axivî: “Tê îdîakirin ku, bigiştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hatiye destpêkirin. Dibêjî qey rolê PKK’ê û Birêz Ocalan berçav nehatiye girtin. Înkar dikin ku, li gel Rêberê Gel gihane mutabeqeyekê. Lê belê em dizanîn ku, li Îmralî 4-5 mehe gihane mutabaqeyekê. Lê belê raporê di vê mijarê de tiştek negotiye.”
Zenderlîgolû pirsa “Hûn dê pirsgirêka Kurd bi kê re, çawa çareser bikin?” pirsî û balkişand ku rapora Heyeta Mirovên Aqilmend pêşkêş kirî jî berçav nehatiye girtin: “Di wan raporan de pêşniyara başkirina şert û mercên Birêz Ocalan hene. Weke din jî di hevdîtinên ku me li Şirnex, Wan û Colemêrgê kirî dîtina gel ev bû: Birêz Ocalan ê li Îmralî rêberê gele, muxatab hatiye girtin û pêwîste şert û mercên wî bêne başkirin.”
Zenderlîoglû da diyarkirin ku, rapor radestî Serokatiya Mcelisa Tirk kirine û da zanîn ku, “Eger radestî serokatiya Meclisê nekiribana, bi pêşniyarên me dikarîn gelek beşên raporê biguherin. Mînak dikarîn hinek beşan jê derxînin. Em nabêjin bigiştî şaşe. Çend xalên wê ên baş jî hene lê belê aliyê wê ên nebaş derdikevin pêş.”
Zenderlîoglû bilêv kirk u, “AKP’ê careke din ya hêjayî xwe kir” û got: “AKP di her komîsyonê de wiha dike. Lê belê em dê vê rewşê qebûl nekin.”