AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişand
AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna HDP’ê namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP wê piştgiriyê bide MHP’ê.
AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna HDP’ê namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP wê piştgiriyê bide MHP’ê.
AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna HDP’ê namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP wê piştgiriyê bide MHP’ê. Namzeta ‘Tifaqa Cûmhûrê’ jî Çetîn Nazîk ê MHP’yî ye.
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Qersê Ayhan Bîlgen got ku “Ev tê vê wateyê ku ji bo HDP bi ser nekeve, AKP û MHP hatine ba hev. Lê ev bajar wê hesaban ji wan bipirse. AKP’ê xwe ji sindoqê vekişand û ev tişt diyar dike ku ew berpirsê vê rêveberiya xerab e.
TIFAQA FAŞÎST LI ÎDIRÊ JÎ KETIYE NAV FIKARAN
AKP’ê li Îdirê jî namzetê xwe bi paş ve kişand. Piştî ku Seroka Giştî ya ÎYÎP’ê Meral Akşener bangî AKP û CHP’ê kiribû ku bila li ser namzetekî li hev bikin, AKP wê piştgiriyê bide namzetê MHP’ê.
Namzetê Hevşaredariya Îdirê yê HDP’ê Yaşar Akkûş got ku “Feraseta sereke ya li vir ev e ku, ji xeynî Kurdan kî bi ser dikeve, bila bikeve. Lê em ê vê plana wan pûç bikin.”