AKP dixwaze mûxalîfan bixe nava kampên komkirinê
Parêzer Uçpinar Biryarnameya di Hukmê Qanûnî ya bi hejmara 691'ê ya li ser "mirovên li leşkeriyê direvin" nirxand û got, "AKP dixwaze mûxalîfan bixe nava kampên komkirinê."
Parêzer Uçpinar Biryarnameya di Hukmê Qanûnî ya bi hejmara 691'ê ya li ser "mirovên li leşkeriyê direvin" nirxand û got, "AKP dixwaze mûxalîfan bixe nava kampên komkirinê."
Hikumeta AKP-Qesra Erdogan hewl dide, bi rêya biryarnameya di 23'ê Hezîranê de li rojnameya fermî hate weşandin, mirovên xwe ji leşkeriyê vedigirin bi zorê bike leşker. Tê plankirin, ku piştî guhertina şênber a li Wezareta Parastinê ya Milî, biryarname bikeve meriyetê. Parêzer Hulya Uçpinar ku bi karên xwe yên li ser rabûna li ber leşkeriyê tê naskirin, da xuyakirin ku bi vê biryarnameyê re hikumeta AKP'ê dixwaze, mîna Naziyan hemû mûxalîfan bixe nava kampên komkirinê.
'WÊ MÛXALÎFAN BIXIN NAVA KAMPÊN KOMKIRINÊ'
Aktîvîsta mafên mirovan parêzer Uçpinar diyar kir, biryarnameya hatiye weşandin zêde ji qanûna heyî ya leşkeriyê cuda nîne û wiha dewam kir: "Li qanûna heyî, hevokek bi vî rengî hatiye bicihkirin: Kesên pêwendiya xwe bi rêxistineke terorê re heye, wê berpirsyariya xwe ya leşkerî bi cih bîne." Parêzer Uçpinar anî ziman, ku wateya vê hevokê jî zelal e û got, "Bi rêya vê xala li qanûnê hatiye zêdekirin, wê mirovên mûxalîf tevlî leşkeriyê werin kirin û bi vî rengî li kampên mîna yên komkirinê bên kontrolkirin."
Parêzer Uçpinar da zanîn, bi biryarnameya navborî re kesên ku mafên wan ên taloqkirina leşkeriyê heye û di dema dawî de hatin deqkirin an jî ji kar hatine avêtin, dibe ku bi zorê tevlî leşkeriyê werin kirin. Parêzer Uçpinar got, "Piştî ku guhertinên şênber hatin kirin em ê baştir fêhm bikin. Lê belê mirov dikarin bêjin, bi biryarnameyê re dixwazin mirovên mûxalîf, ên leşkeriya xw enekirine yan jî taloq kirine, li leşkergehan bi cih bikin û bi vî awayî kontrol bikin."
BIRYARNAME ŞIBAND PÊKANÎNA NAZIYAN
Parêzer Uçpinar biryarnameya bi hejmara 691'ê ya li ser leşkeriyê şiband pêkanîna 'Naziyan' û diyar kir, dewlet her kesên ne pê re ye ceza dike û bi zext û zordariyê hewl dide bitepisîne. Di dewama axaftina xwe de Parêzer Uçpinar, biryarnameyên AKP'ê yên beriya niha li ser nexebitandina 'mirovên leşkeriyê nakin' bibîr xist û destnîşan kir, bi rêya vê biryarnameyê AKP wê mirovên mûxalîfên xwe li kampên mîna yên Naziyan bi cih bike. Parêzer Uçpinar da zanîn, mirovên bêkar û mafên wan ên tenduristiyê bi her awayî ji destê wan hatiye girtin, bi vê biryarnameyê re wê zexteke din li wan bê kirin û got, AKP bi israr naxwaze mafê jiyanê bide mirovên ne ji xwe.
TIRS Û FIKARA ÎŞKENCEYÊ
Parêzer Uçpinar tirs û fikarên xwe yên li ser pêkanîn û kiryarên li dijî mûxalîfên li van kampên komkirinê werin kirin anî ziman û got, dema mirov li pêkanînên îşkenceyê yên ku AKP û hêzên wê di nava şert û mercên asayî de li mûxalîfan dike tînin ber çavên xwe, hingî texmîn dikin bê li van leşkergehan kiryarên çawa li mûxalîfan werin kirin.