AKP îro dê di civîna koma partiya xwe ya li navenda gîştî de rakirina destnedanên parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê nîqaş bike.
AKP ji ber sedema têkildarî destnedayînên BDP’iyan de di nava xwe de li hev nakin dê kom civîna partiya xwe îro li navenda giştî bike. Di civîna awarte de çav lê ye ku Erdogan biryara xwe ya siyasî aşkera bike. Hate ragihandin ku, dê destpêkê axaftina xwe ji çapemeniyê re vekirî bike piştre jî dê civînê ji çapemeniyê re girtî bike û peyaman bide parlementeran.
Çav lê ye ku Erdogan di civînê de helwesta parlementerên Kurd yên di nava AKP’ê têkildarî rakirina destnedayînên BDP’iyan de bîne rojevê.
Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal derbarê civîna li navenda giştî got, “Em vê ne cara yekeme dikin. Me beriya vê jî civînên komê li navendê kiribûn. Ne raste wateyek din jê bibin.”
Balkêş bû ku Unal aşkera kir ku, Erdogan negotiye “Em destnedanan radikin”.