AKP çeteyên xwe yên li Efrînê dibe ser sindoqan

AKP çeteyên xwe yên li Efrînê dibe Hatayê ji bo deng bidin. Piştî ku welatiyan ew li ser sûc zevt kirin, AKP'yî li vê yekê mikur hatin: "Ev ji Efrînê tên. Wê li vir deng bidin."

Li navenda bajarê Hatayê welatiyan 4 otobusên ku plaqe li ser tine bûn, danê sibehê sekinandin.

Welatiyan pirsa "Çima plaqe li ser van wesayitan nîne" pirsîn û li ser vê yekê wezîfedarekî bi unîforma yê di wesayitê de destpêkê got, "Ev wesayita polîsan e." Piştre jî li vê yekê mikur hat: "Li Efrînê wezîfedar in, wê li vir dengê xwe bidin. Em dibin û tînin."

Kesekî di otobusê de jî belgeyek ji nîşaneya Midûriyeta Emniyeta Tirk û ala Sûriyeyê nîşan da û xwe da naskirin. Di kaxizê de wiha dihat nivîsandin: "Qerta Danasîna Wesayîtê ya Midûriyeta Emniyetê ya Koordînatoriya Efrînê. Nûmareya Wesayitê: 043 31 A0937."

Welatiyan dîmenê vê yekê kişandin: