Di ser komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de pêkhatî re çar sal derbas bûn. Li dijî komkujeriya AKP’ê ya li derve sala pêncan destpê dike. Bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêşengiya vê têkoşînê dike. Em bi mebesta salvegera komkujiyê, wek zarokên vî gelî û hevrêyên wan jinên qehreman, hersê jinên şoreşger birêz û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya jiyandina rûmeta wan û hesabpirsînê jî dubare dikin.
Li gel ku di ser re çar sal derbas bûyîn jî, hêj komkujiya Parîsê li pêş hiqûqê nehatiye darizandin, ev jî kêmasiyeke pir cidî ye ji bo demokrasiya Fransayê. Ev rewş jî dide nîşan ku di hiqûqa navbuhurî de, ne edalet, berjewendî serdest in. Ya herî sosret jî ev e ku li dû daxuyaniya ku wê dadgeh di 24 ê Çileyê de dest pê bike, mirina kujer Omey Guney di girtîgeha lê dima de hat ragihandin. Ev jî şik û gumana li ser doza komkujiyê zêdetir dike.
Ya rastî lêpirsîna çar salî ji bo hiqûqa Ewropayê demeke pir dirêj e. Li gorî agahiyên gihane destê me, dozgeriya Parîsê li ser komkujiyê lêpirsîneke berfireh û pir cidî kiriye. Li gel ku di encama lêpirsînê û îdianameya hatî amadekirin de bi awayekî eşkere diyar e ku komkujî ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatî plankirin û encamdayîn jî, ev rastî ji aliyê dozgeriya Fransa ve bi zelalî nehatiye îfadekirin. Bi awayekî eşkere nehatiye diyarkirin ku komkujiya li navenda Parîsê ya hersê jinên Kurd yên şoreşger hatîn qetilkirin, ji aliyê MÎT a Tirk ve hatî kirin, hevparên sûcên kujer Omer Gûney jî nehatine dîtin.
Sedemê esasî ya ku çar sal in komkujiya hovane li pêş dadgehê nehatiye darizandin jî ev e. Dîsa sedemê mirina kujer Omer Guney ku beriya dadgeh dest pê bike jî her ev e. Dozgeriya Fransa ku nekarî sûcdarên komkujiyê eşkere bike, di heman demê de nekarî kujerê komkujiyê Omer Guney jî biparêze. Hêzên ku komkujiyê amade kirin û jê berpirsyar in, ji ber tirsa ku wê Guney li dadgehê wan jî bide dest, wî di girtîgeha lê dima de bêdeng kirin. Ango kujer Omer Guney nemiriye, ji aliyê berpirsên esasî yên komkujiya Parîsê ve hatiye kuştin. Dozgeriya Fransa ya ku heta niha berpirsên esasî yên komkujiyê eşkere nekiriye, qet nebe vê gavê rastiya bûyerê ji raya giştî re eşkere bike.
Niha wê darizandina komkujiya hovane ya Parîsê çawa çêbe? Bêguman Kurd û hêzên demokratîk qebûl nakin ku bi mirina Omer Guney sedem bê nîşandayîn û doz bê girtin. Lê, pêwîste em di vê rewşê de pir bi hişyarî tevbigerin. Yên ku ji ber sedemên aborî û siyasî ev çar sal in darizandinê pêkneanîn, dikarin bi sedemê mirina Omer Guney jî dozê bi tevahî bincil bikin. Vê gavê divê li dijî vê lîstikê hişyarî hebe û ji bo kujerên esasî Tayîp Erdogan û rêveberên AKP’ê, li ser kursiya bersûc bêne runîştandin, xebatek piralî were meşandin.
Her çiqas hiqûqa Fransayê kujerên esasî nedîtin û heta niha nehatibine darizandin jî, gelê Kurd û hêzên demokratîk ji roja ewil ve, bi kujerên rastîn zanîne û li dijî wan ketîn nav têkoşînê. Pêdivî bi niqaşê nine ku berpirsyarên komkujiya Parîsê MÎT a Tirk, Tayîp Erdogan û rêveberên AKP ê ne. Vê rastiyê, dozgeriya Fransa jî derxistiye hole û di îdianameya amade kirî de îfade kiriye. Daxuyaniyên demildest ên piştî komkujiyê yên Erdogan, Mehmet Alî Şahîn û Hûseyîn Çelîk jî zelal kirin ku sûcdar ew bi xwe ne. Di pêvajoya çar salan de hewildanên Omer Guney ku dixwest bi MÎT ê re têkilî saz bike jî vê rastiyê îspat dike. Di encamê de her çiqas Omer Guney di girtîgehê de hatibe bêdengkirin jî, kujerên esasî yên wekî Hakan Fîdan, Tayîp Erdogan, M. Alî Şahîn û Hûseyîn Çelîk hîna li hole ne û yên divê li ser kursiya bersûc rûnin jî ew in.
Wisa tê gihiştin ku komkujiya Parîsê di nav komkujiyên AKP yên bi Hrant Dînk re dest pê kirîn de rawestgeheke girîng e. Her wiha derket hole ku komkujiya Hrant Dînk a di 19’ê Çileya 2007’an de hat kirin de rasterast bi ferman û agahiya serokwezîrê wê demê Tayîp erdogan de pêkhatiye û ev rastî jî di encama lêpirsîn û darizandinan de derket hole. Pêdivî bi niqaşê nine ku komkujiya parîsê ya kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî di encama biryar û planên hikûmeta AKP ê de hat kirin. Ev babet ji aliyê çapameniya wê demê ya AKP’ê ve jî bi awayekî eşkere hat îfadekirin. Êdî gotina AKP’ê ya ku ev komkujjî tev de ji aliyê Fetullahiyan ve hatîn kirin jî, ji baweriyê dûr in .
Diyar e ku komkujiyên AKP’ê bi Hrant Dînk dest pê kir, bi Parîsê re derket derve û bi komkujiyên Cizîr û Sûrê re jî gihişt asta herî bilind. Vê gavê jî salvegera yekê ya komkujiyên li Sîlopiyê ku di encamê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma uyar hatibûn qetilkirin e. Êdî bi her aliyê ve derketiye holê ku AKP bi MHP’ê re çawa hêzeke komkujer aniye holê. Em bi vê mebestê di salvegera şahadeta wan de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku şehîdên berxwedana xweseriya demokratîk in jî bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em bi awayekî eşkere dibînin ku hebûn û azadiya gelê Kurd ji aliyê wan qehremanan ve hatiye misogerkirin.
Xala din a zelalbûyî jî ev e ku AKP ya bi MHP’ê re yekbûyî hêzeke seranser a komkujî û faşîzmê ye. Tê zanîn ku rêbaza esasî ya hevpeymana navbuhurî ya Îttihat û Teraqîperweran teror û komkujî ne. Ev xet xeta şer û komkujiyê ye. Îtihat û teraqî, împaratoriya osmanî kir nav şer, li ser gelên din komkujî pêkanî û osmaniyan têkdan.Diyar e ku koalîsyona AKP-MHP’ê jî di nav şerê sisêyan ê cîhanê de, dixwaze dewleta Tirk bi hewldana komkujiya gelê Kurd re têkbide û berbelav bike.
Ti tiştek nikare rastiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP ê ya rastîn bincil bike. Ne demagojî, ne hemaset û ne jî qehremaniya derewîn nikare vê rastiyê biguherîne. Lavakariyên Erdogan yên bi tehdîtê ve nixumandî jî nikare vê rastiyê veşêre. Komkujiya AKP’ê êdî ber bi dawiyê ve diçe. Faşîzma AKP-MHP’ê di polîtîkaya li Sûriyeyê de vala derketiye, li dijî berxwedana gelê Kurd jî têkçûye û bêçare maye, êdî şansê wê yê jiyanê nemaye. Dawiya rê diyar bûye, wisa xuya dike wê bihara sala 2017’an bibe dawiya temenê AKP’ê.
Gelê Kurd ê qehreman xwedî li şehîdên komkujiya Parîsê derket û li dijî komkujiya AKP’ê ev çar sal in li ber xwe dide û îro jî gihiştiye ber deriyê azadiyê. Misoger e ku wê di nêzîk de di ser vê şîpikê re jî derbas bibe. Gelê Kurd ku di pêşengiya şehîdên Parîsê Sakîne, Fîdan û Leyla de di nav çar salan de xwe bi dinyayê dayî naskirin, li dijî her cûre êrîşê şoreşa azadiyê ya Rojava parast û di heman demê de bi berxwedaneke ku faşîzma AKP-MHP‘ê li bakurê Kurdistanê bipelişîne jî bi awayekî serkeftî pêkanî. Daraza dîktatoriya Tayîp Erdogan a digot; êdî Kurd nikarin li ber xwe bidin jî serûbino kir. Gotina şehîdê berxwedana mezin a zindanan Mazlum Dogan, berxwedan jiyana e ji xwe re kir rêgeza bingehîn.
Ev rastî wê xwe di têkoşîna sala 2017‘an de bi awayekî zelaltir bide nîşan. Diyar e ku wê sala 2017’an bibe sala têkçûn û tinebûna faşîzma AKP û MHP’ê. Ji ber ku ew jî vê rastiyê baş dibînin, her roj di nav tirsa mirinê de dijîn. Lê gotineke gelemperî ye; faydeya tirsê ji mirinê re nîne. Tirs û teror wê nikaribe faşîzma AKP-MHP’ê jî bide jiyandin. Gelê Kurd bi berxwedana li her deverî ve, wê têkoşîna şoreşger a demokratîk geş bike û sala 2017’an bike sala azadiya Kurdistanê û ya Rêber Abdullah Ocalan. Ev jî wê bibe sala rizgarî û yekîtiyê ya tevahiya gelên li Rojhelata Navîn.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA