Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Akademîsyenên li Bogazîçiyê pişta xwe dan rektorê qeyûm

Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû di roja 37'an a çalakiya nobedê ya xwendekaran de careke din pişta xwe dan rektoriyê.

Berxwedana xwendekaran a li dijî rektorê qeyûm ê AKP'î ku li Zanîngeha Bogazîçiyê hate tayînkirin, di roja 37'an de ye.

Xwendekar, qeyûm weke destwerdana li avaniya xweser a zanîngehan dibînin. Akademîsyenên ku piştgiriyê didin berxwedana xwendekaran, li pêşiya avahiya rektoriyê çalakiya ku pişta xwe didin rektoriyê pêk anîn.

Akademîsyenên ku li qada kampusa başûr li hev kom bûn, careke din tayînkirina qeyûm şermezar kirin.