Akademîsyen Yîgîter hate destgîrkirin

Polîsên Tirk danê sibehê li Enqereyê avêtin ser malan û Dr. Ceng Yîgîter jî di nav de gelek kes destgîr kirin.

Polîsan danê sibehê li Enqereyê avêtin ser gelek malan û gelek kes destgîr kirin.

Yek ji kesên hatine destgîrkirin, akademîsyenê azadîxwaz ê ji Zanîngeha Enqereyê hate avêtin Dr. Cenk Yîgîter e.

Li gorî agahiyan, Yîgîter li Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê tê hiştin.