Ajansa Anadolûyê mikurhatinên endamên MÎT’ê teyît kir
Nûçeya Ajansa Anadolûyê ya bi sernavê ‘Terorîstan gundî girêdan û mayîn li dora wan bi cih kir’, mikurhatinên endamên MÎT’ê teyît kir ên ku di ANF’ê de hatibû weşandin.
Nûçeya Ajansa Anadolûyê ya bi sernavê ‘Terorîstan gundî girêdan û mayîn li dora wan bi cih kir’, mikurhatinên endamên MÎT’ê teyît kir ên ku di ANF’ê de hatibû weşandin.
Nûçeya Ajansa Anadolûyê ya ku Sînan Ûslû bi navê ‘Terorîstan gundî girêdan û mayîn li dora wan bi cih kir’ îro hatiye weşandin, mikurhatinên endamên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel teyît kir ên ku di ANF’ê de hatibû weşandin.
Mikurhatinên Serokê Çalakiyên Cudaxwaz ên Derveyî Welat ê MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Rêveberê MÎT’ê Aydin Gunel duh di ANF’ê de hatibû weşandin. Di mikurhatinê de hatibû diyarkirin ku AKP medyayê bi rê ve dibe, rojnamegeran bi kar tîne û manîpulasyon û dezenfermasyonê pêk tîne.
Hin rojnamegerên ku navê wan di van mikurhatinan de hatibû eşkerekirin, di nav yekîneyên taybet ên ji bo weşana taybet a Efrînê de cih digirin. Ev sîxurên MÎT’ê li ser navê ‘rojnamegeriyê’ di şerê qirêj de karê medyayê dikin.
Nûçeya Ûslû ya ku amade kiriye jî van mikurhatinan teyît dike. Di mikurhatinan de hatibû diyarkirin ku, “’Mişawiriya Çapemeniyê ji 2010-2011’an ve bi rengekî çalak xebatên operasyonên têgihiştinê yên karîger dide kirin, xebatên wan li ser televîzyon û înternetê jî hene. Di înternete de hackeran bi kar tînin. Avaniyên wan ên wiha hene ku serê mirov şîlo dikin, pirsên bi hedefê çêdikin, pirsa ‘gelo’ bi mirov didin çêkirin û mirovan ji îdeolojiya ku jê bawer dikin dûr dixin û berê wan didin dezanformasyonê.”
Di nûçeya Ûslû de tê gotin ku, ‘sîvîl wekî mertalên zindî’ tên bikaranîn. Lê naveroka nûçeyê Ûslû derewîn derdixe. Di nûçeya Ûslû de tê gotin ku, “Bombe bi deriyan ve hatiye kirin û 4 sîvîlên destê wan girêdayî hatine tespîtkirin.” Lê divê mirov bipirse, kesên ku destê wan hatine girêdan çawa dibin mertalên zindî?
ANF’ê jî têkildarî vê bûyerê ev agahî dabû:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 36 roj in êrîşî Efrînê dikin. Her roj dîmen û wêneyekî din ê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdikeve.
Di rojên berê de dîmenek derketibû ku çeteyên artêşa Tirk traktora gundiyekî gasp dike û gundî li wê derê qetil dike. Wêneyekî nû gihişt destê me. Di vî wêneyî de tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Museka gundiyên kal û pîr dîl girtiye û destê gundiyan ji paş ve girêdaye.
Di wêneyan de tê dîtin 2 jê jin, 4 gundiyên kal û pîr li cihekî wekî dikana bakkaliye destê wan ji paş ve hatiye girêdan û teqemenî li dora wan hatiye bicihkirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qetilkirina sîvîlan dixwaze têxe destê şervanên YPG/YPJ’ê.
Di rojê borî de dîmen derketibûn holê ku, çeteyên artêşa Tirk a dagirker traktora gundiyekî xesp dike û vî gundiyî qetil dike.”