Ahmet Turk: Ji 7'ê Hezîranê bêhtir em ê dengan bistînin

Ahmet Turk hilbijartin nirxand û got, "Li Pirsûsê mirov kuştin û vê yekê dikin amûrek ji bo hilbijartinê. Em zanin ku ji 7'ê Hezîranê bêhtir em ê dengan bigirin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku desthilatdariya AKP'ê ew ji wezîfeyê girt û qeyûm xist şûna wî, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand. Ahmet Turk li ser komkujiya li Pirsûsê ku ji aliyê parlamenterê AKP'yî û xizmên wî ve hate kirin got, "Bi derewan kar nameşe". Ahmet Turk anî ziman, li hemberî wan zîhniyeke ku Kurdan weke dijmin dibîne heye û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wê teqez bi ser bikevin.

Hevşaredar Ahmet Turk li ser kuştina Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal got, "Sûcdar eşkere ne, li ser sûc hatine zevtkirin. Li nexweşxaneyê jî birîndar û bavê birîndaran bi xwînxwarî kuştin. Niha jî hewl didin vê yekê bi rengekî cuda nîşan bidin. Komkujiya ku kirine ji xwe re kirin amûreke hilbijartinê. Gel ji xwe ji van bawer nake. Divê bi rengekî cidî bê lêkolîn." Turk diyar kir ku rêxistinên civakî yên sivîl, baro û komeleya mafên mirovan ên xwestin biçin Pirsûsê lê pêşî li wan hate girtin, divê biçin cihe bûyerê û li gel guhdarî bikin.

GEL WÊ TI CARÎ KOMKUJIYÊ JI BÎR NEKE

Turk nerazîbûn nîşanî çapemenî û hikumeta Tirka AKP'ê da ku HDP'iyan dike hedef û got, "Bi derewên weke 'HDP'ê, PKK'ê êrîş kir' hewl didin gel bixapînin. Nepêkan e ku gel êdî bi vê bixape. Cîhan, Kurd û gelê Tirkiyeyê êdî zanin bê çi diqewimin. Di bin vî karî de mane. Gel wê vê komkujiyê, vê bûyera lînçkirinê ti carî ji bîr neke. Gel baş zane ku kê ev yek kiriye."

EM Ê JI 7'Ê HEZÎRANÊ BÊHTIR DENGAN BISTÎNIN

Ahmet Turk bal kişand ser zextên il HDP'ê tên kirin û anî ziman, li hemberî wan zîhniyeteke welê heye ku HDP'ê weke dijmin dibîne. Ahmet Turk detsnîşan kir, HDP roj bi roj xurt dibe û got, "HDP hem ji Kurdan, hem ji Tirkhan, hem jî ji Elewiyan, bindestan û mirovên xwedî wijdan piştgiriyê dibîne. Lewma hewl didin bi derewan vê destekê kêm bikin. Lê ev hewldan bi kêr nayê.

Hêvîdar im rêjeya tevlîbûnê ya dengdêrên li Ewropayê wê zêde be. Ji ber ku dengên li Ewropayê ji bo me gelekî girîng in. Em li bendê ne ku ji 7'ê Hezîranê zêdetir dengan bigirin. Û em ê teqez zêde bikin."