Ahmet Turk: Gelê me li dijî êrîşan li ber xwe dan

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di komxebata HDP’ê de axivî û got ku, “Gelê me tu caran prîm nedan êrîşan lê divê em jî kêmasiyên xwe baş binirxînin.”

‘Komxebata hilbijartina herêmî’ ya HDP’ê li Eywana Konferansa Vedat Aydin a li rêxistina bajêr a HDP’ê ya Amedê tê lidarxistin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bal kişand ser vî tiştî ku ew ê Kurd dev ji têkoşînê bernedin.

‘DIVÊ EM KÊMASIYÊN XWE BAŞ BINIRXÎNIN’

Turk diyar kir ku gel ji vê siyasetê bendewariyên wê hene û got ku, “Divê em kêmasiyên xwe baş binirxînin. Encama têkoşîna 40 salan li holê ye. Em niha li hemberî îktîdarê têdikoşin ya ku hewl dide tekoşîna me û destkeftiyên me ji holê rake. Divê em têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û mezin bikin. Tevî hemû şaşî û kêmasiyên me, gel ji bo ku em biryara rast bidin ji me bi hêvî ye. Divê em hemû şaşî û kemasiyên xwe rast tespît bikin û bi şertê ku carek din em şaşiyan nekin, divê em gavan biavêjin. Îro parlementerên me, hevşaredarên me û siyasetmedarên me girtî ne. Tu şensa me tuneye ku em şaşiyan bikin. Divê hemû xebatkarên me dakevin nava gel. Ger ku em bêyî gel biryaran bistînin em ê encamek baş bi dest nexin. Divê em hemû nîqaşan bimeşînin û amadekariya xwe xurt bikin.”

‘EV TÊKOŞÎNA 40 SALAN E’

Em dibînin ku gelê me tevî her tiştî tawîz nedaye. Dema diçe ser sindoqan li têkoşîna demokrasiyê û li bedelên xwe xwedî derdikeve. Em hemû xwedî berpirsiyar in. Ev têkoşîna 40 salan in. Keda ku HEP, DEP, HADEP'ê heye. Keda kesên wekî Vedat Aydin, Mehmet Sîncar, Muhsin û gelek kesên din heye. Divê em xurt bixebitin. Bi rêxistin bixebitin. Berî her tiştî pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Dema ku di serdema Suleyman Demîrel de wekîl bûn, ji ber ku Suleyman Demîrel, Stenbol, Îzmîr û bajarên din ên mezin winda kir îktîdar jî winda kir. Ji ber vê yekê divê em ji girîngiyê bidin tifaqa li van bajaran û xebatên xwe li vir xurt bikin."