Ahmet Turk: Daxwazên Ocalan dewletê naxe tengasiyê

Ahmet Turk: Daxwazên Ocalan dewletê naxe tengasiyê

Piştî civîna koma BDP'ê ya li Meclîsê de Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk ku tevî Parlementera BDP’ê ya Êlihê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, diyar kir ku daxwazên li Îmraliyê dewletê naxe tengasiyê.

Piştî ku Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, BDP'e civîna koma xwe pêk anî. Piştî civîna BDP'ê ya li meclîsê ku hevdîtina li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate nirxandin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk daxuyanî kurt da çapemeniyê û got: “Daxwazên Îmraliyê dewletê naxe nava tengasiyê. Ev daxwaz dikarin li her welateke demokratîk bên pêkanîn” û peyam da ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne.

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken jî da znaîn ku BDP dixwaze ev deriyê hevdîtinê tim vekirî bimîne. Baluken agahî da ku dê Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, sibê di civîna koma BDP’ê de derbarê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bide.