Agirê Newrozê li Enqereyê hat vêxistin
Endamên HDP’ê û DBP’ê ku agirê pêşîn ê Newrozê li Enqereyê vêxist, banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê kir ku wê 19’ê Adarê bê lidarxistin.
Endamên HDP’ê û DBP’ê ku agirê pêşîn ê Newrozê li Enqereyê vêxist, banga tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê kir ku wê 19’ê Adarê bê lidarxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, agirê pêşîn ê Newrozê li bajêr vêxist. Gel û firoşkarên li qada Bazara Ergazî ya Yenîmahalleyê civiyan, bi tiliyên xwe nîşaneya serkeftinê kir û dirûşmeya “Bijî Newroz“ berz kir. Endaman, bang li gel û esnafan kir ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û li têketina qada bazarê agirê Newrozê dada.