Agirdir: Civak dizane ku pêwîstiya xwe bi HDP'ê heye
Midûrê Giştî yê KONDA'yê Agirdir diyar kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rêjeya dengê AKP'ê wê kêm bibe û destnîşan kir, ku HDP wê ambargoyan bişkîne û bi ser bikeve.
Midûrê Giştî yê KONDA'yê Agirdir diyar kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rêjeya dengê AKP'ê wê kêm bibe û destnîşan kir, ku HDP wê ambargoyan bişkîne û bi ser bikeve.
Midûrê Giştî yê KONDA'yê Agirdir diyar kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rêjeya dengê AKP'ê wê kêm bibe, HDP wê ambargoyan bişkîne û bi ser bikeve, CHP jî wê nikaribe ya jê tê hêvîkirin bicih bîne. Agirdir ragihand, ku ne tenê Serokên Giştî, Hevserok, di heman demê de endam û serokên partiyan ên navçeyan bandorê li hilbijartinan dikin. Agirdir da xuyakirin, ku tifaqa HDP'ê ya bi derdorên çep-sosyalîst re ne şaş e, lê belê divê girîngiyê bide tifaqên civakî.
Midûrê Giştî yê Şîrketa Lêkolînê KONDA Bekîr Agirdir, pêşnîtiyên xwe yên der heqê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ANF'ê re vegot...
Agirdir der barê destpêkirina nîqaşên li ser hilbijartinê de got, "Sê hilbijartinin em li dû hev pêk tînin. Em di demên hilbijartinê re derbas dibin. Her wiha girîngiyeke xwe ya hevpar heye; pirsgirêkên heyî xwe ferz dikin. Wekî din, piştî hilbijartinan em ê bibînin ku bi kadroyên nû re em ê bibin Tirkiyeya nû yan na. Destûra Bingehîn a nû û pirsgirêka Kurd jî sedemên sereke ne ku me bi awayekî pêşwext dest bi nîqaşên li ser hilbijartinê kirine. Civak têra xwe polîtîze bûye. Mirov dikarin kar û barên dema dawî yên AKP'ê û gotinê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî ku bûye sedema cihêbûna ji hev, li sedemên destpêkirina van nîqaşan zêde bikin."
'AKP NIKARE XWE BIGUHERÎNE; RÊJEYA DENGÊ AKP'Ê WÊ KÊM BIBE'
Agirdir da xuyakirin, ku rêjeya dengên AKP'ê wê kêm bibe û yekane sedema vê jî Serokwezîrtiya Davûtoglû nîne û anî ziman, ku desthilatdariya siyasî neçare xwe biguherîne. Agirdir got, "Li gorî xeyal û bernameya xwe ya dema avabûnê ya sala 2002'an, niha li cihekî gelekî cuda ye. Baş yan jî nebaş, li cihekî gelekî cuda ne. Pêwîstî bi guhertina vîzyon û bernameyê heye." Agirdir diyar kir ku AKP ji ber giraniya Erdogan nikare nêrîna xwe biguherîne û ev xal destnîşan kir:
"Tengezarî, li ser dewamkirin an jî bidawîbûna desthilatdariya AKP'ê derdikeve holê. Li ser alîgirî û dijberiyê. Welat du hilbijartin li dû xwe hiştiye û AKP'ê qezenç kiriye. Niha jî nêrîna wan a qezençkirina hilbijartina sêyemîn heye, lê belê aramî nîne; tengezarî û alozî heye. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku li welêt hin tişt di rê de nameşe, civak guheriye. Ji aliyê hestewarî ve nîvekî civakê li aliyekî, nîvê din li aliyekî ye. Aliyek dibêje 'her tişt gelekî başe', nîvê din dibêje her tişt gelekî nebaşe. Eger civak mîna zebeş bûye du perçe, wê demê her kes di rewşeke aloz de ye. Dema li serketina AKP difikire jî dikeve nava tengezariyekê, ji ber ku bi vê rewşa giyanî re jiyan bi vî rengî nameşe. Mîna ku yek pê li frenê dike, yê din pê li gazê dike!"
'AMBARGO WÊ BIŞKÊN'
Agirdir bi vî rengî balê dikşîne ser rola heyî ya AKP'ê, ku veguheriye alternatîfê:
"HDP bi biryar e ku bibe mûxalefeteke cuda. Dibêje ku ew ê qulpeke Tirkiyeya nû bigire. Ji hilbijartinên Serokkomariyê û vir ve di gotinê de jî vê nîşan dide. HDP dixwaze ji Tirkan re jî behsa tiştekî bike, xala 'jiyana me hemûyan' destnîşan dike. Zor û zehmetiya karê xwe, ji ber ambargoyên hestî û ramanî ye. Xetên şikestinê yên çepgirî-rastgirî, pêşverûtî-paşverûtî, gava pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê ji holê radibin û ev mirov ji aliyê zîhnî ve li hev dicivin. Ambargoyên hestî û ramanî gelekî kûr in. Heman derdor dizane ku pêwîstî bi gotinên HDP'ê heye, lê belê şikestina van ambargoyên ruhî û ramanî mîna yek ji çar partiyên li pêşiya me, bi pêvajoyeke xwezayî pêk nayê. Lê bi dîtina min ev yek wê li cihekî bişkê. Ji hilbijartinên Serokkomariyê û vir ve, di dil û mejiyê hin derdoran de lêpirsînê destpê kiriye û em dibînin ku ev gotinên HDP'ê bersiva xwe dibînin. HDP li aliyekî bi ser dikeve, li aliyê din jî li ambargoyan rast tê. Her wiha em dibînin ku nîqaşên hilbijartinê her tim li ser HDP-AKP'ê dimeşe. Mîna ku her du partiyên din ên mûxalefetê nînin. Ev qelsiya wan e bêguman. HDP jî dikare ji vir firsendekê biafirîne û dengê xwe zêde bike."
'BI QASÎ GOTINÊN HEVSEROKAN, GOTINÊN ENDAM Û SEROKÊN NAVÇEYAN JÎ GIRÎNG IN'
Agirdir da zanîn ku gotinên xebatên hilbijartinê, bi tenê ya hevserokan têrê nake û got, "Pêwîste HDP di vê pêvajoyê de, bi kêmasiyeke sifir, ji endamê X ê li navçeyê heta asta herî jor hevserokan, heman gotinên ji dil bîne ziman. Mîna ya di hilbijartinên Serokkomariyê de. Hilbijêr bi tenê li gotinên serokên giştî yan jî belavoka hilbijartinê nanêre. Endam û serokê partiyê yê navçeyê, ku di jiyana rojane, li bazar û mizgeftê lê rast tê, bandorê li mirovan dikin. Bi tenê gotinên di televîzyonê de bandorê li hilbijêr nake. Lewma divê HDP heta rêxistinbûyîna xwe ya herî biçûk, bibe xwedî heman gotinan."
Agirdir, der barê nîqaşên li ser 'Eger HDP bendê derbas neke wê parlamenta xwe ya herêmî ava bike' anî ziman ku ev nîqaş li dijî HDP'ê ye û diyar kir ku ev yek ambargoyên zîhnî xurtir dike.
'PÊWÎSTE TIFAQA CIVAKÎ BÊHTIR DERKEVE PÊŞ'
Agirdir da xuyakirin, ku lêgerînên HDP'ê yên tifaqa bi derdorên çep-sosyalîst re bêqîmet nînin, lê belê lêgerîna tifaqa bi derdorên berfireh ên civakî re baş nayê nîşandan û got, "HDP, ekolojîk û mijara jinê jî di nav de di gelek mijaran de hewl dide çep a kevneşop derbas bike, lê belê beşeke ji lêgerînên tifaqê, nûnerên çep ên kevneşop in. Li şûna çep a li Taksîm, Beyoglûyê asê maye, bi dîtina min divê tifaqa bi derdorên berfireh ên civakî re derxîne pêş. Ez nabêjim tifaqa bi çep-sosyalîstan re şaş e. Ji şaşitiyê wêdetir ez balê dikşînim ser kêmasiyekê. Naxwe ez jî mirovekî ji xwe re dibêjim çepgir im. Divê çep a kevneşop êdî bê çareserkirin. Hin derdor hene ku xwe weke 'çepgir' dide naskirin, lê belê bi argumanên faşîst nêzî pirsgirêka çand, nasname ya Kurd dibin. Em îro di cîhaneke cuda de dijîn. Pêwîste çep a nû xwe pênase bike, xwe birêxistin bike. Naxwe, çep a kevneşop ne bersivê dide bavê min ne jî keça min."
'DI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE MÛXALEFETA BINGEHÎN HDP YE'
Midûrê Giştî yê KONDA Bekîr Agirdir da xuyakirin ku her çend CHP ji aliyê hejmarî ve mûxalefeta bingehîn be jî eger HDP bendê debas bike ew ê fonksiyona mûxalefeta bingehîn bicih bîne û got, "Di rêveberiyên herêmî de mûxalefeta bingehîn ji xwe HDP ye. Li Meclîsê di gelek mijaran de HDP weke mûxalefeta bingehîn tevdigere. Piştî 8'ê Hezîranê dikare fonksiyona mûxalefeta bingehîn bicih bîne. CHP nikare nîşan bide ku karibe guhertinên jê tê xwestin, pêk bîne."