Agahî ji Hatîpoglûya HDP’yî nayê stendin, malbat bi fikar e

Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû dema ku sewqî girtîgeheke din hatibû kirin, lêgerîna bi tazî û şîddet li wê hatibû kirin. Piştî vê êşkenceyê êdî agahî ji Hatîpoglû nayê stendin. Bavê wê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Dîlek Hatîoglû di 12’ê Sibatê de dema ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatibû kirin, di têketina girtîgehê de ji ber ku lêgerîna bi tazî qebûl nekiribû, êşkence li wê hatibû kirin.

Bavê wê Kemal Yeşîlbag diyar kir ku ew nikare agahiyan ji keça xwe bistîne û serî li Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Yeşîlbag diyar kir ji ber ku keça wê lêgerîna bi tazî qebûl nekiriye, gardiyanan êşkence lê kiriye û got, “Me dît ku ber çavê wê reşûşîn bûye. Li gorî agahiyên ku me stendiye keça min rapora derbkirinê stendiye û bi rêya parêzerê xwe giliyê sûc kiriye. Ev hefteyek e ez nikarim agahiyê ji keça xwe bistînim. Ji tendirustiya wê ez bi fikar im.”