Agahî ji girtiyê Kurd yê di bin gefa darvekirinê de nayê girtin

Agahî ji girtiyê Kurd yê di bin gefa darvekirinê de nayê girtin

Hemwelatiyek yê bajarê Umriyeyê Rojhilatê Kurdistanê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, aqûbeta wî nediyare.

Li gorî rapora Piştgiriya Girtiyên Siyasî û Medenî girtiyê siyasî ê Kurd Sabir Muxlîd xelkê bajarê Umriyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 11 Tîrmeha 2012’an ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatiye girtin. Her wiha bi îdiaya ku alîkarî daye partiyek Kurd cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Girtiyê Kurd piştî nerazîbûna xwe ji Dadgeha Bilind ya Îrane re kir, ji wê rojê û pêve aqûbeta girtiyê siyasî yê Kurd Sabir Muxlîd nayê zanîn.