AFAD'ê bi piştgiriya leşkeran 3 malbat ji wargehê avêtin derve
AFAD'ê bi piştgiriya leşkeran 3 malbat ji wargehê avêtin derve
AFAD'ê bi piştgiriya leşkeran 3 malbat ji wargehê avêtin derve
Li navçeya Pirsûsê leşkeran 11 kesên di nav de zarok jî hene û li wargeha AFAD'ê dimînin avêtin derve. Malbatên 3 roj in li kolanê man xwe spartin dikana xerabûyî ya 70 welatiyên ji Kobanê hatin lê dimînin. Malbatan got, "Ji ber ji partiyê bûn ew ji wargehê derxistin."
Pirsgirêkên welatiyên Kobanê yên li konên ji aliyê AFAD'ê ve li Pirsûsê hatin avakirin de dimînin berdewam dikin û welatiyên pirsgirêkan tînin ziman jî ji konbajar tên derxistin. Welatiyê bi navê Lokman Zeko yê ku nêzî 2 mehan li wargehê dimîne diyar kir ku ew bi hinceta "Alîkariya partiyê dikin. Ji Kobanê re mirovan dişînin" bi malbatê re şevekê ji wargehê derxistin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mayîn cih û warên xwe terk kirin li Wargeha AFAD'ê ya girêdayî Serokwezîriyê hatin bicihkirin. Rayedarên wargehê di nava zivistanê de bi hinceta "partiyî ne" 3 malbatên ji 11 kesan pêk tên ji wargehê derxistin û avêtin nava kolanê. Malbatên piranî ji zarok û kesên pîr pêk tên di rojên destpêkê yên hatin Pirsûsê di baxçeyê YÎBO'yê de bi hefteyan bi betaniyekê mabûn. Piştre ji wir hatin girtin û biribûn konbajarê AFAD'ê.
LEŞKERAN AVÊTIN DER
3 malbatên li konbajarê AFAD'ê diman 3 roj berê ji aliyê leşkeran ve bê lêpirsîn hatin derxistin. 3 malbatên ji 11 kesan pêk tên piştre xwe spartin dakinên li nêzî Kaplan Petrolê ya li Taxa Alîgorê. Di dikanên xerabe, derî û pencereyên wan tunene de 24 malbat dijîn. Di dikanên lı av û ceyrana wan tune de bi malbatên berê re lê cih bûn bi giştî 70 kes dimînin.
'DI MIJARA HEWCEDARIYAN DE BI ISRAR BÛM'
Ji welatiyên ji wargehê hatin derxistin Lokman Zeko diyar kir ku rayedarên wargehê bi hinceta "Ji Kobanê re mirov şandin û kesên li wargehê li hemberî wan sor kirin" nîvê şevê bi serdagirtina kon de ji wargehê derxistin. Zeko, anî ziman ku ji ber Tirkî dizanîn di navbera welatiyê li wargehê rayedarên wargehê de têkîlî pêk dianî û peywira hewcehiyên wargehê rabigihîne hilgirtibû. Zeko da zanîn ku ji bo daxwazan bi israr bû ji ber vê yekê ji wargehê derxistin.
'LEŞKERAN DERXISTIN Û BETANIYEK JÎ NEDAN'
Zeko, bilêv kir ku kêmasiya kê hebe qeyd kirin û ragihandin û hefteyek berê dema ji bo xwarin bixe ji kon derket ji aliyê xebatkarên wargehê ve pêşiya wî hate girtin û wiha axivî: "Leşkeran ez girtim û em hatin konê me. Birayê min û malbat wî jî gazî kirin. Em derxistin û ti tiştek jî nedan me. Zarokên biçûk hebûn û gotin 'Ev malê dewletê ye' û betaniyek jî nedan me. Bangî wesayîtê kirin û em li wesayîtê siwar kirin û şandin. Şevekê dema em bi ciwanan re li dora agir rûniştin sîxuran gotin 'Ev partiyî ne û ji Kobanê re mirovan dişînin'"