‘AFAD çi derfet pêşkêşî Êzidiyan kir?’

‘AFAD çi derfet pêşkêşî Êzidiyan kir?’

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer Kurdên Êzidî yên neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin û pirsgirêkên wan ên bicihbûnê anîn rojeva Meclîsê. Uçer pirsa, ji aliyê AFAD ve ji bo Kurdên Êzidî çi derfetên bicihbûnê hatin dayîn kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Uçer têkildarî pirsgirêkên Êzidiyên ku neçar man koçî Bakurê Kurdistanê kirin pêşniyarpirsek ji bo Serokwezîrê Tirk Davutoglu bersiv bide da Meclîsê.

Uçer ev pirs ji Davutoglu pirs kir:

“1- Çend penaberên ku ji komkujiyên DAIŞ reviyane û xwe spartine Tirkiyeyê (bi pasaport û bêpasaport) hene?

2- Ev kesên ku xwe spartine Tirkiyeyê di halêhazir de li ku derê bicih bûne? Ji bo van mirovan ji aliyê AFAD û (têkildarî mijarê saziyên din ên dewletê) çi derfetên bicihbûnê hatine dayîn?

3- Piştî erdheja ku li Wanê çêbû ji bo gelê Wanê çend konteyner hatine dayîn? Kesên di van konteyneran de dimînin niha di çi rewşê de ne?

4- Bi giştî çend konteynerên AFAD hene? Di halêhazir de çend ji van konteyneran yên avêtîne?

5- Konteynerên di rewşa avêtinê de tê fikirîn ku di xizmeta van mirovan de bên bikaranîn? Ger na, sedema neçareserkirina vê yekê çi ye?”