ADHK, li hember komkujiya li dijî Elewiyan banga têkoşîna hevpar kir
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK), daxuyaniyek nivîskî weşand, komkujiya li hember Elewiyan a li Sûriyeyê rû da lanet kir.
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK), daxuyaniyek nivîskî weşand, komkujiya li hember Elewiyan a li Sûriyeyê rû da lanet kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çeteya dest bi xwîn a jêre Eniya El-Nûsra ya baskê El-Qaîde ya Sûriyeyê tê gotin, li Sûriyeyê mohra xwe li komkujiyeke nû da. Piştî herêma Cisr El Şûger a li nêzî sînorê Tirkiyeyê bi dest xist, li gundê Elewiyan Îştebrak ê Elewiyan ê bajaroka Kesep bi dehan Elewiyên sîvîl qetil kirin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewletên emperyalîst û hin dewletên paşverû yên herêmê van çeteyan destek dikin.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Yek ji sedemên ku ev komên para-mîlîter ên qatil, beyî ferq û cudatiyê bixin nav îxtiyar-zarokan li herêmê vê zilmê pêk tînin, ji bilî nîşaneya polîtîkayên ‘perwerde bike-bi çek bike-bide êrîşkirin’ a emperyalîzma Amerîkî û rejîma faşîst a Tirk ne tiştekî din e.”
TÊKOŞÎNA HEVPAR
ADHK, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna hevpar û rêxistinbûnê û wiha got: "Em ji bîr nekin ku, ji serweran ti xêrek ji bo Elewiyan an jî bawerî û neteweyekê re nayê.”