Adem Uzun: Girtina min komployek bû

Adem Uzun: Girtina min komployek bû

Endamê Konseya Rêveberiya KNK’ê Adem Uzun ê ev nêzî 10 mehan e ku li paytexta Fransa Parîsê girtiye bi şertê di bin çavdêriyê de be, hat tehliyekirin. Uzun, piştî ji girtîgehê derket di daxuyaniya xwe ya ku da ANF’ê de got,  “Ji destpêkê ve me digot ev komployeke.”

Edaleta Fransa bi şertê di bin çavdêriyê de be, biryara tehliyekirina Uzun da. Uzun ê bi şertê di bin çavdêriyê de be, hat berdan nêzî saet 20.00’an li Parîsê ji girtîgeha ku têde dima derket.

Adem Uzun ê ji ANF’ê re axivî da xuyakirin ku ji bo ji nû ve gihiştiye hevalên xwe pir kêfxweş e û piştî Duşem an jî Sêşemê derkeve pêşberî dadgeh û şûnde rewşa wî ya sînorên ku karibe bigere wê diyar bibe.   

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê  Adem Uzun, di 6’ê Cotmeha 2012’an de li semta Montparnasse a Parîsê di encama komployekê de hatibû binçavkirin. Uzun ê li Gîrtîgeha "La Santê" ya Parîsê dima, derket holê ku ji aliyê servîsên ewlekariyê yên Fransî ketiye kemînekê.    

Uzun da xuyakirin ku wê darizandin berdewam bike û got, “Ji destpêkê ve me digot ev komployeke.”

Uzun, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi israr xwestine kesên ku beriya girtinê hevdîtin bi wan re çêkiriye bên jêpirsînkirin û axaftina xwe wiha domand: “Me hevdîtinên veşartî nedikirin. Me xwest ew bên jêpirsînkirin. Ev nêzî salekê ye jêpirsîn nekirin. Paşê dema ew kesên ku îfadeya wan girtin û ya min mîna hevdu derket ez berdam.”