Aboriya Tirk ketiye zikratan
Lîreyê Tirk her kêlî ji nirx dikeve û hatiye ber halê mirinê. Dolar li bara lîreyê Tirk bû 4.82 û rekoreke dî li pey xwe hişt.
Lîreyê Tirk her kêlî ji nirx dikeve û hatiye ber halê mirinê. Dolar li bara lîreyê Tirk bû 4.82 û rekoreke dî li pey xwe hişt.
Lîreyê Tirk piştî vebûna piyaseya Asyayê dîsa li bara dolaran ji nirx ket. Dema ku mirov nirxên lîreyê Tirk bide ber nirxê wê yê duh yê dema girtina piyaseyê, 2 ji 100’î ji nirx ket û dest bi rojê kir. Di rewşa berdest de hîç xuya nake ku aboriya Tirk bikaribe xwe bi ser hev de bîne.
Rekora nû wiha ye:
Dolar 4.8213
Euro 5.6837
Hate diyarkirin ku dolar li bara lîreyê Tirk 4.8450 e.