ABDEM’ê beriya serdana Tirkiyeyê nameyek ji Papa re şand

ABDEM’ê beriya serdana Tirkiyeyê nameyek ji Papa re şand

Komîsyona diyaloga navbera baweriyan ABDEM ji bo Papa Fancesco û endamên Vatîkanê ku di navbera 28-29’ê Mijdarê de diçin Tirkiyeyê nameyek nivîsin.

Komîsyona diyaloga navbera baweriyan a Meclisa Aştî û Demokratiyê ya Ewropayê (ABDEM) ji bo Papa Fancesco û endamên Vatîkanên ku diçin serdana Tirkiyeyê nameyek nivîsin û gotin: “Desthilatdariya îro ya Komara Tirk, rêgezê ‘Jihevbûna hêzan’ a ku rêgeza sereke ya her demokrasiyê ye ji holê rakiriye û qanûn, daraz di yek telê de berhev kiriye. Li ber çavên hemû cîhanên nelêrêtiyên ku pêk anîn ji bo ser wê bigire bi pêkanîn û zextên dijmirovane bi ser muxalîfan de çûye."

Di nameye ku ji bo Papa Francesco û heyeta wî hatiye nivîsandin de hate diyarkirin ku serokwezîrê berê û serokkomarê niha yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi hewldanên xwe di detshilatdariya xwe ya 12 salan de  hemû qezencên demokratîk gav bi gav paşde xistiye û  hat gotin ku Tirkiye bi rejîmeke dîktatoryal bilez ber bi vî ailyekî ve diçe û wiha hate gotin: “Di serî de Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu  li dijî daxwazên gelan bê eleqe tevdigere û ji bo desthilatdariya xwe biparêze pêkanînên dij demokrasiyê her tim di rojevê de digire.

Di nameyê de hat gotin ku di serî de daxwazên Kurdan û yên hemû baweriyên cuda tên piştguhkirin û wiha hate gotin: “Bi israr naxwazin ku Elewî û civakên din baweriyên xwe îfade bikin û azadiya pêkanînê naxin bin ewlehiya qanûnî. Di pêkanînê de tenê bi Îslama Sunî sînor dimînin û dersên ferzkirî yên olî didin. Divê ev feraset bê redkirin û divê bi giştî ji holê bê rakirin. Mixabin dewleta Tirk der barê vê mijarê de biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî pêk nayîne.

Ji bo tu komeke ne Îslamî û Tirk mafê jiyanê nayê nasandin. Di serdema me ya îro de li dijî feraseta ku divê cudabûn wek dewlemendiya civakî bê qebûlkirin jî, li welatê me mixabin mirovan li dijî mirovan cuda nîşan didin.”

Hat gotin ku desthilatdariya îro ya Tirkiyeyê rêgeza sereke ya demokrasiyê ya ‘cudabûna hêzan’ ji holê rakirye û daraz, qanûn di bin telekî de berhev kirine û got: “Li ber çavên hemû cîhanê nelêrêtiya mezin a aborî ku pêk anîn ji serê wê bigirin li dijî muxalîfan zextên mezin pêk tînin."

Îro hemû lingên demokrasiya klasîk hatiye şikandin û  li ser esasê Îslamî hewldanên avakirina dewleteke teokratîk-totalîter gihiştiye asta herî jor. Li erdnîgariya me polîtîkayên derve êdî veguheriye şerê desthilatdariya navbera mezheban û ev jî hilberîna vê ferasetê ye.

Di kasetên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî  de ku ketibû destê çapemeniyê weke me fêm kir, di serî de cîranên me yên başûr, bi hemû welatên cîran re her tim tê xwestin ku pirsgirêk û hincet bên avakirin.

Li Sûriyeyê Rojava û Kanton (Cizîr, Efrîn û Kobanê) ku hewl didin qedera xwe bi xwe diyar bikin, li hember wan dixwazin sazbûnên wan ên siyasî û civakî bên tunekirin û  li dijî wan polîtîkayên dijminahiyê tên meşandin.

Hikûmeta AKP’ê hemû hêzên ku divê li cem hev bimînin û di statuya wekhev de bimînin, di destê xwe de berhev kirine ji bo bigihêje armanca xwe  bi çeteyên herî çavsor ên DAIŞ û El Nusrayê  tevdigire. Ev piştgiriya lojîstîk a ji bo van çeteyan a Tirkiyeyê li ber çavên raya giştî pêk tê.

Li welatê me razemeniyên aboriyê ne ji bo parastina can û tenduristiya gel pêk tê. Ji ber vê jî welatê me bûye welatê herî zêde ku qezayên kar lê pêk tên. Kesên ku di madenan de di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin wek qedera wan bi nav dikin. Li dijî vê Serokkomarê Tirk Erdogan, bi bacên ku gelê me yê xizan dide, qesrên luks ên bi mîlyarek Dolar çêdike. Ev jî wijdana mirovan diêşîne.

Serokkomar R.T Erdogan û malbata xwe, wezîrên AKP’ê û malbatên wezîran ji ber nêlêrêtiya ku kirine di raya giştî ya navneteweyî de îtîbarek mezin winda kirine.

Ekselansên hêja;

Em pêşniyarên xwe di bin van sernavan de dixwazin pêşkêşî rêveberiya we ya bilind bikin ku dibin tercumanê dengê mirovahiyê:

Di çarçoveya demokrastiyê de divê mafê Kurdan ê perwerdehiya zimanê dayikê, gemû mafên wan ên demokratîk bê nasîn û bikeve bin ewlehiya qanûnî

Divê demildest çek bên bêdengkirin û dest ji polîtîkayên dewletê yên li ser esasê ewlehiyê berdin

Beyî ku dem bê windakirin ji bo aştî bê pêkanîn divê pêngavên demokratîk bê kêmasî bên avêtin û bê teredut pêk werin.

Ji bo Kantonên Rojava yên Cizîr, Kobanê û Afrînê  divê polîtîkayên ku ewlehiya wan pêk tîne, bên pêşxistin û bi lez bên pêkanîn.

Li Şengalê li dijî hewldanên li hemberî komkujiya li hember Êzîdiyan, wek mertalên parastinê divê pêkanînên ku wijdana mirovahiyê dike nava tevgerê pêk bînin.

Divê azadiyên baweriyê yên Elewiyan bikin bin ewlehiyê. Divê Malên Cem dîsa bên vekirin.

Divê Dewleta Tirk ji ber komkujiyên Ermenî, Asurî-Suryaniyan ya di 1915’an de pêk anî bi awayekî fermî nas bike û lêborînê bixwaze. Her wiha mafên wan ên hatine xespkirin divê paşde bên dayîn."

Cudatî dewlemendî ye û pêşerojeke azad û demokratîk ancax bi hewldaneke wisa hevpar dikare pêk bê.

Em bawerin hûn ê  ekselansên rêzdar vê piştgiriyê bidin van hewldanên me.”