Ûca derbarê tecrîdê pirs ji Konseya Ewropayê re kir

Endama Konseya Ewropayê Feleknas Ûca derbarê tecrîd û girtîgehan pirs ji Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîç re kir.

Parlementera Êlihê ya HDP’ê û Endama Konseya Ewropayê Feleknas Ûca tevlî rûniştina li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê bû. Ûca li vê derê pirs ji Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîç kir. Ûca bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qala zextên li girtîgehan kir.

Ûca diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê gelek caran bal kişandiye ser tecrîda li Îmraliyê û got ku “Girtiyên li Îmraliyê ji sala 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn ku malbatên girtiyan biçin serdana wan. Girtî ji sala 2015’an û vir ve têkiliya wan a bi derve re hatiye qutkirin. Parlementer Leyla Guven 152 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tekane daxwaza van grevên birçîbûnê ev e ku bila tecrîda li ser Ocalan û ya li ser girtiyan were rakirin. 7 hezar kes a niha di greva birçîbûnê de ye. Endamekî vê konseyê û parlementer Tayîp Temel jî di greva birçîbûnê de ye. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê li gorî yên Konseya Ewropayê ne. Gelo Komîsera Mafên Mirovan ew ê derbarê van zextên li Tirkiyeyê tu tevdîrekê bistîne yan na?”

MIJATOVÎÇ: DIVÊ TIRKIYE KÊŞEYÊN XWE SERERAST BIKE

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîç jî bersiv da û got ku “Serbestberdana Leyla Guven baş e lê ev têr nake. Di meha Kewçêrê de ez çûm Tirkiyeyê. Di nava demeke kurt de ez ê dîsa biçim. Divê Tirkiye kêşeyên xwe yên derbarê mafên mirovan çareser bike. Di nav bernameya me de serdaneke li Tirkiyeyê heye û di rojeva me de wê şertên li girtîgehan jî hebe. Ji bo çareseriya li ser bingeha mafên mirovan em ê hewl bidin.”