'Şoreşa Rojava' li Elmanyayê hate pîrozkirin
Şoreşa Rojava li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Şoreşa Rojava li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera Şoreşa Rojava li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Şahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi dehan Kurdistanî tevlî bûn.
Nûnerê PYD'ê li şahiyê axivî û diyar kir ku li dijî DAÎŞ'ê û dewleta Tirk ku piştgiriya DAÎŞ'ê dike têkoşîneke mezin hatiye meşandin.
Di pîrozbahiyê de koma govendê Koma Mezopotamyayê, koroya Koma Zarokên Rojava, Koma Mîr, Êrîş û hunermend Xelîl Xemgîn hunera xwe pêşkêş kirin.