Şiyar Serxwebûn li Berlînê hate pêşwazîkirin

Şiyar Serxwebûn ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê kir, li Berlînê ji aliyê Kurdan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Yek ji 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê Şiyar Serxwebûn bû ku ji Berlînê tevlî çalakiyê bû.

Şiyar Serxwebûn û hevalên wî ku 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê kirin, bi banga Ocalan 26'ê Gulanê dawî li çalakiya xwe anîn. Serxwebûn piştî çalakiyê vegeriya Berlînê û bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.

Serxwebûn piştre çû Navenda Civaka Azad a Berlînê û li wir jî girseyeke Kurdistaniyan ew pêşwazî kir. Piştre di dema fitarê de ji girseya gel re axivî. Serxwebûn anî ziman ku 161 rojî wan bi biryardarî û moral li ber xwe dane.

Serxwebûn diyar kir, ji bo azadiya Ocalan wê ji niha û pê ve bêhtir bixebitin û got, "Ji ber ku em ji Serok Apo, partiya xwe, gelê xwe û şehîdên xwe hez dikin. Em ê hevalên xwe yên di dema berxwedana greva birçîbûnê de şehîd bûn ti carî ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê xwedî li berxwedana wan derkevin."

Piştre ji 4 çalakgerên li Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak axivî û got, "Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan divê bênavber bidome."