Şîrketeke mezin a enerjiyê ya Elman dixwaze ji Tirkiyeyê vekişe

Eşkere bû ku şîrketên enerjiyê yên sereke yên Elmanyayê, ji ber xurtbûna rejîma yek zilamî ya Erdogan, plan dikin ku razemeniyên xwe yên li Tirkiyeyê bisekinînin.

EWE yek ji pênc şîrketên enerjiyê yên herî mezin ên Elmanyayê ye. Di heman de şîrketa sereke ya Elman e ku li Tirkiyeyê razemeniya xwe heye. Cîro ya EWE ya li derveyî welat kir, par bi zelalî zêde bûbû. Cîroya EWE ya li Tirkiyeyê, sala 2017'an bi rêjeya 14 ji sedî zêde bû. Tevî vê yekê jî EWE dixwaze ji bazara Tirkiyeyê derkeve.

Ji ber ku qîmetê Lîreyê Tirk rojên dawî gelekî kêm bû û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê desthilatdariya xwe xurt kir û hemû erk xiste destê xwe, şîrketên biyanî ji bo razemeniyan ketin nava tirs û fikaran.

EWE ku şîrketa sereke ya razemeniya ji derve ye, wê vê havînê biryarê bide bê ji Tirkiyeyê vekişe yan na. Li gorî şîroveyên di çapemeniya Elman de cih girtin, EWE ku li Tirkiyeyê di sektorên gaz, elektrîk û telekomunîkasyonê de kar dike, ditirse ku desthilatdariya AKP'ê ya veguheriye rejîma yek zilamî û şîrketa malbatî, zerarê bide aboriyê.

Berdevkê şîrketê Chrîstîan Bloemer got, "Di nava du mehên bê de em ê karibin hin tiştan bêjin." Tê gotin, şîrket ditirse ku bê aramiya li Tirkiyeyê wê mezintir bibe, lewma ji niha ve dilezîne.

Plana EWE ya vekişîna ji Tirkiyeyê ji xwe meh Adarê dest pê kiribû. EWE ji bo firotina malên xwe yên li Tirkiyeyê bi şîrketên potansiyel ên razemeniyê re danûstandinan dike. EWE ku 80 ji sedî yê para Kayserî Gaz û Bûrsagaz a wê ne, difikire ku mal û hebûna xwe ya li qada enerjiya rojê û firotina gazê bi temamî bifiroşe.

CEO yê EWE Matthîas Bruckmann sala 2016'an bi wezîrê enerjiyê wê demê û zavayê Erdogan Berat Albayrak re rûniştibû û diyar kiribû ku wê bi buhayê ji 120 milyon Euroyî razemeniyên nû li Tirkiyeyê bikin.