Şîmonî Dîrîl li Stenbolê hate veşartin

Şîmonî Dîrîl ê ku di 20’ê Adarê de li Elkêya Şirnexê cenazeyê wî hatibû dîtin piştî otopsiyê li Stenbolê hate veşartin.

Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên ku li gundê Mehrî ya Elkêya Şirnexê dijiyan û 11’ê Çileyê ve tu agahî ji wan nedihat stendin. Di 20’ê Adarê de cenazeyê Şîmonî Dîrîl hatibû dîtin. Piştî otopsiya li Şirnexê cenazeyê Dîrîl li goristana Ferîkoyê ya Stenbolê hate veşartin.

Ji ber şewba Covîd-19’ê bi tenê xizmên wî tevlî merasîma cenaze bûn. Malbatê diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19’ê wê şîn neyê danîn.

Şîmonî Dîrîl ji 11’ê Çileyê û vir ve windayî bû, dema ku cenazeyê wî hatibû dîtin, li gorî şahidan bedena wî parçebûyî bû.