Şik: Hilbijartinên 24’ê Hezîranê şerê hebûn û nebûnê ye

Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Ahmet Şik ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê got ku, “Ev hilbijartin şerê hebûn û nebûnê ye.”

Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Stenbolê yê rêza 1’emîn a herêma 2’emîn Ahmet Şik têkildarî rojeva giştî û hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî.

Şik qala vîdeoya Erdogan kir ku a ku Erdogan fermanê dide ku bila HDP di binê bendê de bimîne û got, “Di wê vîdeoyê qala fen û fûteke yekser nake lê di wê vîdeoyê de tê dîtin ku berê jî fen û fûn kirine û dixwazin di vê hilbijartinê de jî ev tişt werin kirin.” Şik bal kişand ser vî tiştî ku heke HDP 12 ji sedî dengan bistîne û bendê derbas bike, tê wateya ku AKP hêza xwe ya zêde winda dike û ji ber vê jî desthilatdarî dixwaze her cure fen û fûtan bike”

Şik diyar kir ku piştî weşandina vê vîdeoyê li Pirsûsê 4 kes hatin qetilkirin û got, “Ev êrîş bi plan hatiye kirin. Ji ber ku beriya çend rojan jî nîqaş hatiye kirin. Namzetê AKP’ê Îbrahîm Yildiz kesekî selefkar e û vê carê jî dîsa girtiye ser dikanekê û mirov qetil kiriye. Lê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kesên hatine kuştin sûcdar kir.” Şik diyar kir ku bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê yê Rihayê Huseyîn Şeyhanlioglû jî li ser medyaya civakî diyar kiriye ku ev êrîş Roboskiyeke nû ye û ji ber ku Yildiz ê selefkar dest bi heqaretan kiriye, ev bûyer hatiye destpêkirin.

‘MEHRA BI DARÊ ZORÊ’

Şik têkildarî pirtûka xwe ya li ser Cemaeta Fethûllah Gulen û AKP’ê jî diyar kir ku li dijî baskê Fethûllah Gulen ê çetewarî têkoşîn nehatiye kirin û got ku, “Heke li dijî wan çeteyan têkoşîn were kirin, bersûc ew ê bibe Recep Tayyip Erdogan û AKP. Ji ber ku têkiliya wan ‘mehra bi darê zorê ye’. Beriya sala 2002’an ji xwe re hedefên hevpar diyar kirin û piştî têkbirina dijminan, êdî di nav xwe de  bi hev ketin. Piştî vê nakokiyê hewldana darbeyê jî hate kirin.”

‘EV WELAT EW Ê DAWÎ LI DESTHILATDARIYA MAFYAYAN BÎNE’

Şik herî dawîn ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî diyar kir ku ev hilbijartin ‘şerê hebûn û nebûnê ye’ û got ku, “Desthilatdarî ne partiyek siyasî ye, van kesan hemû sûcên mafyayan pêk anîn. Ji ber wê jî dizanin ku heke têk biçin, ew ê çi were serê wan û ew jî dizanin ev şerê hebûn û nebûnê ye. Heke desthilatdarî bi ser bikeve, ew ê ji bo me jî rewş xerab be. Ew ê ji bo me jî bibe şerê hebûn û nebûnê.”

Şik diyar kir ku heke HDP bendê derbas bike, ew ê şansa AKP’ê tunebe ku karibe namzetê xwe yê serokkomariyê bide hilbijartin û got ku, “Ev welat tevî Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez û Lazan ew ê dawî li vê desthilatdariya mafyayan bîne.”