Şik: Em ê planên wan ên şer têk bibin!

Namzetê Parlementeriyê yê HDP’ê yê Stenbolê Şik ê di mîtînga Amedê de axivî, diyar kir ku gel destanên mezin ên aştiyê dinivîse û got: “Em ê 24’ê Hezîranê carekî din bi hev re bidin nîşandan. Em ê planên şer ên berê 3 salan danî têk bibin.”

Di pêşentiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mîtînga ‘Ameda Mezin’ bi tevlîbûna sed hezaran kes li Qada Stasyonê destpê kir. Bi sed hezaran welatiyê herikîn Qada Stasyonê, didemek kin de qad tije kirin, bi hezaran kes jî neçar man li derveyî qadê rawestin. Bi hezrana welatiyên ma li derveyî qada mîtîngê bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşanî polîsan dan, Midûrê Emniyetê yê bajêr hate cihê nuqteya kontrolê ya polîsan. Li ser nerazîbûnên gel polîsan bendên xwe yên kontrolê 50 metre paşve kişandin.

Mîtînga ku ewlekariyên mezin hate girtin, astengiyên polîsan hêdî hêdî destpê kirin. Polîsên ku li qadê amûrên sînyal birînê bi cih kirin, weşana wesayîtên zindî qût kirin. Tevî hemû zext û astengiyan jî bi sed hezaran welatî diherikin Qada Stasyonê.

BÛLTEKÎN: HILBIJARTINA 24’Ê HEZÎRANÊ WÊ QEDERA GELAN DIYAR BIKE

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Filîz Bûlûttekîn silav da gel û wiha got: “3 roj mane ji bo hilbijartinê. Ev hilbijartin naşibin hilbijartinên din. Ev hilbijartin hilbijartinekî dîrokî ye. Hilbijartineke ku dîroka Tirkiyeyê wê diyar bike. Ev hilbijartin hilbijartineke têkoşîna wê ya li hemberî faşîzmê ye. Eger faşîzmim ser bikeve, wê qirkirin, mêtîngerî zêde bibe. Eger xeta civaka demokratîk ser bikeve wê rêya azadiyê vebe. Yekan e xeta civaka demokratîk a Tirkiyeyê temsîl dike, partiya HDP’ê ye.

Divê weke gelê Amedê em dorpêç, Sûrê ji bîr nekin. Divê cenazeyên bi rojan li erdê mayîn ji bîr nekin. Dîsa qetlîamên Roboskî, Pirsûs ji bîr nekin. Ji bo vê divê em biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Xwedî li nirxên xwe derbikevin. Bendan hilweşînin, xwedî li sindoqan derbikevin.

ÇEMÇI: ME LI BER XWE DA, JI NIHA Û ŞÛNDE JÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN

Hevserokê HDP’ê yê bajar Mehemt Şerîf Çamçi jî axivî û got: “Li dijî bêmafiyê em li vir in. Tevî hemû zext û çewistandin em li vir in. Gelê me çong netewand, stû netewand. Me li ber xwe da ji niha û şûnde jî em ê li ber xwe bidin. Em ê 24’ê Hezîranê biçin ser sindoqan dayika Teybet ji bîr nekin. Sûr, Cizîr û Nisêbînê ji bîr nakin.

Her wiha di mîtîngê de nameya Hevseroka DBP’ê Çaglar Demîrel şahîd jî hate xwendin.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî axivî û ev tişt anî ziman: “Di tevahî dîrokê de Amedê bi rola xwe rabûye.

Tişta ku yekan e wedixwazin ji bo vî welatî kuştin û hejarî ye. Di Rewşeke Awarte de hilbijartin tê kirin. Ji bo me siyaseteke bê demokratîk ti wateya xwe nîne. Piştî hilbijartinê ya ku bi dengê xwe bendê dihilweşînin , em ê ji bo wan bidin nîşandan bê ka siyaseta demokratîk çawa tê kirin.

Ji bo vê têkoşînê hê zêdetir bi hêz bikin, divê em bi awayekî bi hêz biçin ser sindoqan. Divê em êdî cîhaneke bê şer ji bo zarokên xwe bidin avakirin. Ji bo vê divê em di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ji bo wê em ê biçin ser sindoqan, dengek bidin HDP’ê û dengek bidin Demîrtaş.”

ŞIK: EM RADEST NEBÛN, HÊVIYÊN XWE MEZIN KIRIN Û NIHA LI VIR IN

Namzetê HDP’ê yê Îstanbûlê Ahmet Şik, li pêşberê sed hezaran axivî û ev mijar anîn ziman: “Me aştî û azadî tu car radestî zalim û Dehaqan nekir. Silav be ji zarokên egîd ên Kawayê Hesinkar e. Silav be ji bajarê Ahmet Arîf, Apê Mûsa, Wedat Aydin, Tahîr Elçiyan re. Bi jin, zarok, pîr û kalên xwe ve silav li we be gelê ameda berxwedêr.

Li vê qadê bombe hatin teqandin, bi êşên mezin hejiya. Qêrînên li vê meydanê derketî ber perê asîmanan hê jî olan didin. Li vê qadê cangoriyên me çêbûn. Lewre li qadê deng û sozên wan cangoriyên me hene. Lê belê ligel ewqas kiryarên kirêt û hovane we serî netewand. Hûn bi xêr hatine. Ev pêşwaziyeke çiqas bedew e. Rasteqîn bi me re ye. Rasteqîn li vê qadê ye. Rasteqîn li ba we ye ku bê tirs, bê fikar dibêjin ‘dengek ji HDP’ê re dengek ji Demîrtaş re’, dengê we, sekna we ye heqîqet. Rasteqîn di deng û dilê we yê ku dibêje ‘aliyekî me Gezî ye, aliyekî me Sûr, aliyekî me Cizîr e de ye. Em bi hev re xurt in, ji berê xurtir in.

Ez bi şanazî û rûmeteke mezin dibêjim ku soz û peymana me heye; em ê bibin peyderê soza azadîxwaz û demokrasîxwazan. Em ê tu car têk neçin tu car neqedin. Em ne tenê ne. em gelek in û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ser bikevin.”

‘HER KU ME MIL DA MILÊ HEV EM BÛN XEWNREŞKA ZALIMAN’

“Li vî welatî me deng û rengê xwe kire yek û niha em bi hev re ne. Êşên me, şahiyên me hevpar in. Ji rikê desthiladaran ve, li hemberî hemû zext û zilma wan, em bi hemû reng û dewlemendiyên xwe ve îro li vir in, bi hev re ne û em ê bi hev re ser bikevin. Her ku em bibin yek, yekîtiya xwe xurt bikin, hêza xwe bînin li ba hev, wê zalim têk biçin em ê bi ser bikevin. Ji bo wê niha zordest di nav tirs û xofê de ne, tirsa windakirinê ew dorpêç kirine. Çimkî ji şer, kuştin, xwînrijandin, destdirêjî û kûltêlxweriyê li ser piyan dimînin. Her ku em bibin yek, zalim dizanin ku dawî li zilma wan tê. Lewre bi çavsorî êrîş dikin.

Li dijî hemû kiryar û zextan jî li welat kevokên aştiyê dengê aştiyê gund bi gund, bajarok bi bajarok, bajar bi bajar gerandin. Dengê aştiyê gihandin her kesê. Nikarin coşa gel bidin rawestandin.

Di nava 3 salên dawî de şidet hê bi zêdetir domandin, bi salan li hemberî zilam wî me çong netewand.

Dema em çûn ser sindoqan divê em ne Dayika Teybet û ne jî Kemal Kûrkût ji bîr dikin. Em ê hesreta azadiyê ya bi salan li vî welatî pêk bînin. Em ê mafê her kesê biparêzin. Em ê 24’ê Hezîranê sindoqan ji dengan bi teqînin.

Hûn bi mirovbûn, sebir û berxwedana xwe destan aştiya mezin dinivîsînin. Pêkanîna edalet û aştiyê ne hesane, lê biryardarî dikare bide guhertin. Em ê 24’ê Hezîranê bi hev re carekî din bidin nîşandan. Em ê planên şer ên berî 3 salan danîn têk bibin. Em ê ne tenê hilbijartin, di heman demê de heqîqetê jî qezenç bikin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û ev tişt got:

“We biryara xwe daye, we amadekariyê xwe jî kiriye. Em ê 24’ê Hezîranê AKP’ê û Erdogan di sindoqan de bifetisînin.

Roja 24’ê Hezîranê rojeke ya hesab pirsînê ye. Ji niha ve li we pîroz dikim. Beriya niha bi 3 salan li vê qadê 5’ê Hezîranê bombe teqandin. Li vê qad ku bombe hate teqandin mirov tije kiriye. Gelê Kurd êşên xwe ji bîr nake. Gelê Kurd Sûrê ji bîr nake, Cizîr û Pirsûsê ji bîr nake.

Gelên Tirkiyeyê êdî rê nade ku vegerin salên 90’î. Desthilata AKP’ê ya 16 salan ji derveyî kuştin, xwîn û rondikên çavan tiştek din peyda nekiriye. 24’ê Hezîranê wê dawiya hikûmeta AKP’ê be.

Ji bo HDP’ê li bin bendê bihêlin her cûre lîstikê dikin. Ewqasî ditirsin ku her roj destgîr û digirin. Em li pêş tu kesê çong nadanin, serî natewînin. Em li pêşiya Erdogan jî serî natewînin.

Ji vê bawer bin, ev welat wê bi Kurd, Elewî, Tirk, Sûnî, Ermenî, Sunî, jin, ciwan wekhev bijîn. Ev dîrok ne dûr e, 24’ê Hezîranê û şûnde ye. Divê em vê biryardariyê li ser sindoqan jî diyar bikin. Divê em xwedî li deng û sindoqên xwe derbikevin. Em rê nedin dengên me bê dizîn. Ev biryar biryarekî dîrokî ye yan em ê dengê xwe ji bo tarîtî yan jî ronahiyê bikar bînin.Divê terciha me ronî, siberoj, aştî û azadî be. Jiyanek wiha bi Erdogan ne mumkûne. Ji bo vê biryara xwe bidin ev fersenda dawî ye. Ev fersend êdî nakeve destê her kesê. Êdî demê rêveberina welatekî bê AKP hatiye. Demê rakirina Rewşa Awarte hatiye. Demê vekara kesên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin hatiye. 24’ê Hezîranê ji bo vê dîrokeke.

Divê ciwanên me yên ku ji bo muşahidiyê serlêdan nekiribin, divê serlêdan bikin. Ji ber ku şoreş bi ciwanan dibe, dîrokê hûnê binivîsînin. Bi we wê dîrok bi tîpên zêrîn bê nivîsandin. Ji bo vê berpirsyartiyên we yên mezin hene.

Bi heman awayî berpirsyartî dikeve ser milên jinan jî, ji ber ku sindoqa ku destê jinê li ser tu kes cesaret nake dengan bidize.

4 roj mane, Em ê van 4 rojan jî kar bikin. Em ê destê her kesê bigirin, li deriyê her kesê bidin. Em ê kesan qane bikin. Em baş dizanin yên carekê deng didin HDP’ê, carekî din destê xwe ji HDP’ê nakişînin, ji bo wê em ber bi desthilatê ve diçin.”