Şewbê hatina tûrîzma Tirkiyeyê têk bir

Li gorî daneyên IMF’ê Tirkiye jî di nav de ji ber şewbê wê hatina wan a neteweyî ji sedî 2 heta 6’an kêm bibe.

Ji ber tevdîrên şewba Covîd-19’ê bandora herî zêde li tûrîzma navneteweyî tê kirin. Tê diyarkirin ku welatên wekî Yewnanistan, Tayland û Tirkiye yên ku hatina wan a ji tûrîzmê gelek e, wê derbeke giran bixwe. Teqez e ku Tirkiye ya ku di salên dawîn de aboriya wê di bin krîzeke mezin de ye wê bi deh milyar dolaran bixesire.

Li gorî rapora Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ji ber tevdîrên şewbê, di çar mehên pêşîn de hejmara tûrîstan li gorî par nîvenîv kêm bûye. Di meha Nîsanê de ji ber şewbê rezervasyona otelan ji sedî 70 û seferên balefiran ên navneteweyî jî ji sedî 80 kêm bû.

HETA JI SEDÎ 6’AN WÊ HATINA NETEWEYÎ KÊM BIBE

Li gorî rapora IMF’ê di dema Îlonê de qedexe rabe jî welatên ku Tirkiye jî di nav de ye, wê xisara wan gelekî zêde be. Li gorî raporê wê bandora herî giran li ser Tayland û Yewnanistanê pêk were. Xisara van welatan wê bi qasî ji sedî 6’ê hatina neteweyî be. Heke piştî Îlonê qedexe ranebe wê ev xisar zêdetir be.

XISARA TIRKIYEYÊ NIHA DORA JI SEDÎ 3’AN E

Li gorî rapora IMF’ê wê herî zêde Portekîz, Fas, Îspanya, Misir, Tirkiye û Evûstûrya bixesirin. Ji ber kêmbûna tûrîstên li van welatan li gorî texmînan wê xisara wan bi qasî ji sedî 2 heta 5’ê hatina neteweyî be. Ev texmîn jî li gorî rabûna qedexeyan a meha Îlonê hate kirin.

Tê diyarkirin ku wê xisara Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 3 be. Fransa ya ku di tûrîzma dinyayê de di rêza pêşîn de ye jî wê xisara wê ji sedî 0,5 be.

Tirkiye li Kurdistan, Sûriye, Lîbya û gelek welatan ji bo pêkanîna xeyalên ‘serdema osmaniyan’ bi şer û qetlîaman pereyekî zêde xerc dike û ji sala 2018’an heta niha di nav krîzekê de ye.

Di sala 2019’an de 45 milyon tûrîst hatibûn Tirkiyeyê û hatina wan bi qasî 34 milyar dolar bû. Îsal jî tê diyarkirin di mehên Nîsan, Mayis û Hezîranê de bi giştî sed hezar tûrîst hatine.